YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên enternasyonel eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe yên enternasyonal eşkere kir û diyar kir, di şoreşa Rojava de ji her netewê beşdarî kir û têkoşîna gelan pêş xistin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniye nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên enternasyol; ên bi navê Gîvara (Dean Carl Evans) û Rodî (Martî Gruden) eşkerer kir. YPG’ê wiha got: ’’Herdu têkoşer, Gîvara û Rodî ku xwedan ruhekî şoreşger û têkoşer bûn, di xetên pêş ên eniyên me de her demê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bêyî ku bikevine dudiliyekê şer kirin.’’

‘GELEK ŞERVANÊN ENTERNASYONAL TEVLÎ REFÊ ME BÛN’

 YPG’ê destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve ji hemû parçeyên Kurdistanê û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê keç û xortan xwe tevlî nav berxwedanê bûne, bi mebesta ku rûmeta xak û welatê xwe biparêzin, di nav aştiyê de bijîn û nirxên mirovahiyê biparêzin.

YPG’ê ev agahî parvekirin:

‘’ Li ser vê rêyê gelek şervanên enternasyonal jî berê xwe dan nava refên me û tevlê refên me bûn. Ji van şervanek Birîtanî û yek Sloviyanî ku hezkirin û rêzdariya xwe di dilê hemû hevalên me û gelê Rojava de çandin.

Tekoşerên me Gîvara (Dean Carl Evans) û Rodî (Martin Gruden) tevlî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn, da ku dîroka biratiya gelê Kurd binivîsînin û çeteyan ji axa pîroz derxin û dûr bixin.

Herdu têkoşer; Gîvara û Rodî ku xwedî ruhek şoreşger û têkoşer bûn, di xetên pêş ên eniyên me de her dem li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bêyî dudilî şer dikirin. Kêliyekê paş ve venegeriyan û ji bo parastina gelên vê herêmê ruhê xwe jî feda kirin.

Em jî wek Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro nasnameyên du berxwedêrên me yê bi fedayî û ruhekî berxwedêr ji bo mirovahiyê û gelê bindest, yê ku di bin tehdîda kuştin û tunekirinê de ye canê xwe dane bi bîr tînin, carek din soza şopandina rêya şehîdan didin û berdewamkirina rêya têkoşîn û berxwedanê didin.

Heya dilopa xwîna xwe ya dawî, hurmetê ji ruhê şehîdan yê pak û zelal re digirin. Em hemû şehîdên tekoşîn û azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe hember wan ditewînin. Em ji malbata kesên ku bi xwîna xwe kulîlkên azadî û aştiyê av danê, bi taybet ji malbata Ş. Gîvara û Ş. Rodî re sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnemeyên Şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Gîvara Rojava

Nav û Paşnav: Dean Carl Evans

Navê Dayikê: Jo

Navê Bav: John

Cihê Jidayikbûnê: Readıng/ Bretanya

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic/ 21’ê Tîrmeha 2016

***

NAsnav: Rodî Çekdar

Nav û Paşnav: Martîn Grûden

Navê Dayikê: Zorka

Navê Bav: Alexandr

Cihê Jidayikbûnê: Slovenya/ Ljubljana

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic/ 27’ê Tîrmeha 2016