Roboskiyan carekî din dîsa edalet xwestin

Roboskiyan carekî din dîsa li ser gorên xizmên xwe yên ku hatine qetilkirin kom bûn. Velî Encu daxwazkir ku divê hemû berpirs bê darezandin.

Di hefteya 239. a Qetlîama Roboskiyê ya ku piraniya wan zarok 34 sivîl di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a di 28’ê Kanûna 2011’an de hatin bû qetilkirin, malbatên wan li ser gorên zarokên xwe kom bûn. Malbatên ku li ser gorên zarokên xwe kom bûn, daxwazên xwe yên edaletê dûbare kirin.

Serokê Roboskî-Der’ê Velî Encu, li vi axivî û diyar kir ku qetlîama ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin û hewl didin ku binixumînin.

Encu bi bîr xist ku beriya 3 salan bi Serokkomar Erdogan re civiyaye, tevî ku sozên hatin dayîn jî hê jî berpirsyar tên parastin.

Encû destnîşan kir ku hinek ji berpirs û faîlên vê qetlîamê beşdarî hewldana darbeyê bûne, ji beriya niha kiryarên ku li Roboskiyan kirin vê care li mirovên li Enqerê û Stenbolê kirin.

 ‘DERBEKAR YA NE; DIVÊ BERPIRS BÊN DAREZANDIN’

Encu, ketina rojevê ya Roboskiyê nirxand û wiha pê de çû: “Edaleta ku ji beriya niha daxwaza demê dikirin, dema ku ketin nava vî agirî nû ketin ferqê de. Niha tevî derbasbûna ewqas dem jî, di serî de Serokkomar Erdogan û vîna siyasî ji bo bi cih anîna edaletê tevî ku direng jî bû lê fersendek heye. Ji bo lêpirsîna kesên ku navê wan di nav darbekaran de be ya ne, divê dewlet erka dikeve ser milan bi cih bîne. Qetlîamakî ku her kêliya wê li gel dewletê hatiye tomarkirin heye û bi zelalî diyare kijan kes berpirsyare li holê ye.”