'Dewlet cenazeyên me direvîne, divê raya giştî baldar be'
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, hovîtiya li cenazeyan tê kirin ji ANF'ê re vegot û bang li gelê Kurdistanê kir, ku li dijî vê hovîtiyê bikeve nava tevgerê.
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, hovîtiya li cenazeyan tê kirin ji ANF'ê re vegot û bang li gelê Kurdistanê kir, ku li dijî vê hovîtiyê bikeve nava tevgerê.
Dewleta Tirk cenazeyên mirovên di şerê li Şirnexê de jiyana xwe ji dest didin, direvînin. Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Kilinç diyar kir, dewlet cenazeyan ji malbatan direvîne, tê astengkirin ku malbata xwînê bidin û cenaze nayên tespîtkirin. Kilinç bang kir ku raya giştî 'bi lezgînî têkeve tevgerê'.
Cenazeyên kesên ku di êrîş û 'qedexeya derketin derve' de jiyana xwe ji dest dan, bêyî destûra malbatê ji hêlê hêzên dewletê ve li deverên ne li rê têne veşartin. Hêzên dewletê nahêlin malbat xwînê bidin.
Kilinç hovîtiya li ser cenazeyan ji ANF’ê re got û xwest gelê Kurdistanê li dijî vê hovîtiyê rabe ser piyan.
'DEWLET CINAZEYAN DIREVÎNE, TESTKIRINA XWÎNÊ ASTENG DIKE'
Kilinç diyar kir di êrîşên bi ser navenda bajêr a Şirnexê de nêzîkî 80 cenaze hatiye derxistin, ji van tenê 18 jê ji hêla wan û malbata wan ve hatine veşartin. Kilinç got, ji 60’î zêdetir cenaze jî ji hêla dewletê hatine revandin û li deverên ne li rê, bêyî destûra malbatên wan hatine veşartin û diyar kir ev nayê qebûlkirin. Kilinç diyar kir gelek malbatên ku ji bo ku cenaze werin tespîtkirin dixwazin xwînê bidin têne astengkirin û ji ber vê jî gelek cenaze nehatine naskirin.
'CENAZEYAN DIXIN KÎSAN Û VEDIŞÊRIN'
Kilinç diyar kir, cenaze bi giştî aîdî wan kesan in ku bi giştî bi obusan an jî çekên kîmyewî hatine kuştin, cenazeyan dixine kîsan û vedişêrin. Kilinç diyar kir bi ti awayî cenazeyan şanî malbatan nadin, duh malbatên ku xwestine cenazeyên xwe bistînin, hatine rawestandin û cenaze ji wan revandine û veşartine Kilinç diyar kir, li gorî agahiyên ku hatine ber destê wan, duh li navenda bajêr cenazeyê jinekê ji hêla hêzên dewletê ve hatiye veşartin û nayê zanîn bê ka cinaze yê kê ye.
'HEYA DAWIYÊ EM Ê LI PIŞT ZAROKAN BIN'
Kilinç diyar kir, cenaze heya niha li Dêrgulê, Gundikê Melê û gundên hawîrdorê û Silopyayê hatine veşartin, piraniya cenazeyan bêyî nasnameya wan diyar bibe ji hêla dewletê ve têne veşartin. Kilinç diyar kir, li morga Silopyayê du cinaze têne sekinandin, tespîtkirina nasnameyên wan jî ji hêla hêzên dewletê ve tênê astengkirn. Kilinç got, tiştên ku bi ser cenazeyan dikin êdî mirov nikare ragire û diyar kir, "Ew zarokên Şirnexê ne, ew ên ku miemeleya 'terorîst'an bi wan dikin û sûcê mirovahiyê dikin, bila bizanibin ku heya dawiyê em ê li pey zarokên xwe bin."
BANGEK JI RAYA GIŞTÎ RE
Hevserokê Bajêr ê Şirnexê Sekvan Kilinç, bi vî awayî bang li raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê kir: "Van kirinan qet qebûl nekin; ji bo ku dawî li vê hovitiyê were divê gel biherikin Şirnexê. Kêlî beriya kêliyekê divê her kes têkeve tevgerê."