Rihayî ji bo Ocalan nobedê digirin
Li bajarê Ocalan Rihayê di heman demê de li gelek navendan çalakiyên nobedê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li dijî tecrîdê ji Ocalan re azadî hate xwestin û AKP/Qesr hatin şermezarkirin.
Li bajarê Ocalan Rihayê di heman demê de li gelek navendan çalakiyên nobedê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li dijî tecrîdê ji Ocalan re azadî hate xwestin û AKP/Qesr hatin şermezarkirin.
Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin li Rihayê û navçeyên wê Nobeda Azadiyê tê girtin. Çalakî di roja duyemîn de ye. Bi sedan kes tevlî nobedên li Eyyubiya ya navenda Rihayê, Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs û Hewengê bû. Di çalakiyan de tecrîd û darbe hatin protestokirin, azadî ji Ocalan re hate xwestin.
Li bajarê Ocalan li Xelfetiyê, li Parka Azadiyê ya 4’ê Nîsanê birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, Wekîla Rihayê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, Hevserokê Şaredariya Xelfetî Mustafa Bayram, rêveberên DBP’ê yên Xelfetî û Bîrecîkê, aktîvîstên KJA’yê , Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tevlî çalakiya nobetê bû.
'JI OCALAN RE AZADÎ JI TECRÎDÊ RE NA'
Di çalakiyê de ku piranî jin hebûn ji hêla koma ku ji zarokan pêk tê li erbaneyê xistin. Di çalakiyê de dirûşmên wekî, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de pankarta bi navê,’’Ne darbeya leşkerî ne jî sivîl, ji Ocalan re azadî, ji tecrîdê re na’’ û ‘Hurşît Kulter li kû ye?’’ hatin vekirin. Di çalakiyê de kedkar cemaweriyê jî hebûn û der barê pêvajoya siyasî ya dawî, darbe û polîtîkayên li pey wê, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan û tiştên ku li dijî vê werin kirin axivîn.
MEŞA BER BI GUNDÊ OCALAN VE
Çalakiya nobetê bi meşa ber bi gundê Ocalan, Amarayê ve bi dawî bû. Girse demekê li qadê ma û li dijî tecrîdê protestoya xwe berdewam kir.
LI RIHAYÊ DAXWAZA AZADIYÊ MEZIN DIBE
Li navçeya Eyyûbiyê ya ku yek ji navenda Nobeta Azadiyê ya Rihayê bû, bi sedan kesên li ber Navçeya Eyyubiyê ya HDP’ê hatin cem hev, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Li Wêranşarê, li Antin Parkê, li Pirsûsê, li Meydana Komarê û li Hewengê jî li ber şaredariyê gel hate cem hev û çalakiya nobetê girtin.