Li Wanê kampanya ji bo Geverê
Ji bo Gever a ji aliyê hêzên dewlete ve hatiye xerakirin, banga tevlîbûna li kampanyayê hat kirin.
Ji bo Gever a ji aliyê hêzên dewlete ve hatiye xerakirin, banga tevlîbûna li kampanyayê hat kirin.
Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Bi Rojava re Şaxê Wanê, ji bo piştigiriyê bide Gever a ji nû ve tê avakirin, kampanya bexşandina pez û genim kir.
Piştî li Geverê hêzên dewletê 79 rojan navçe dorpêç kir û bi sedan xanî rûxandin, Komeleya Rojava zend û bend xwe ba da û destê alîkariyê dirêjî gel ker. Komeleyê di çarçoveya xebatên alîkariyê de Kampanya genim û pez da destpêkirin. Komeleya Rojava di çarçoveya kampanyayê de li 11 navçeyên Wanê koordînasyon ava kirin û li navçe û gundên wanê xebatê dimeşîne. koordînasyon wê gund bi gund mal bi mal bigere û alîkariya genim û sewalan kom bike. Kampanya wê heta Cejna Qurbanê dewam bike.
Hevserokê Şaxa Komeleya Rojava Alaattîn Daghan destnîşan kir ku berî zivistan dest pê bike divê pêdiviyên Geverê bên temamkirin û got, "Cejna Qurbanê nêzîk dibe. Pêwîste heta cejna Qurbanê em alîkariyek baş kom bikin. Me li hemû navçeyên Wanê koordînasyon ava kirine. Em ê li hemû gund û navçeyan bigerin û li her gundî pez û genim kom bikin. Em ê bi vê alîkariya welatiyên xwe pêdiviyên gel ên din jî bibersivînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku destê alîkariyê dirêjî gelê Geverê bike. Hêj zivistan nehatiye em birînên hev derman bikin. Bi taybetî yên xaniyên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xerakirin divê em destê xwe dirêjî wan bikin û wan hewcedarî derve nekin. Bi taybetî ji bo avakirinê, pêdivî bi amûr û malzemeyên wekî hesin, çîmento, tugla û malzemeyên înşatê hene. Em dixwazin her kes li gorî derfetên xwe piştgiriyê bidin gelê Geverê."