BI DÎMEN

Li Daqoqê çalakiya ji bo Ocalan: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin

Tecrîda li ser Ocalan li Daqoqê hat şermezarkirin. Çalakgeran hişyarî dan AKP'ê û xwestin deriyên Îmraliyê derhal bên vekirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, li navçeya Daqoq a Kerkûkê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê pêk hat. Girseya gel a li ber Navenda Ciwanan a Daqoqê duh li hev civiya, heta navenda sûkê meşiya. Tevî endamên Tevgera Ciwanan, Tevgera Azadî û Hizbî Şûa (Partiya Komunîst a Kurdistanê) gelek Daqoqî beşdarî çalakiyê bûn.

Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û piştre daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi zimanekî tund dewleta Tirk hat şermezarkirin û hat gotin, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta me ya sor e."

'HETA APOYÎ HEBE, WÊ DEWLET WINDA BIKE'

Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz Hemîn Ramazan da xuyakirin, ku heta li kurdistanê ciwanekî Apoyî hebe, wê siyaseta dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan bi ser nekeve. Ramazan got, "Li Rojhliata Navîn, şerê desthilatdariyê dewam dikin û hêzên serdest ên ev şer derbasî Kurdistanê kirine, hewl didin nehêlin gelê me ji vê pêvajoya guherînê sûdê wernegire. Ji ber ku bi nêrînan xwe li dijî berjewendiyên hêzên deshilatdar e, tecrîda li ser Rêber Apo hatiye şidandin. Bi taybetî piştî hewldana darbeyê agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Divê dewleta Tirk baş zanibe, Rêber Apo ji bo hemû gelên li Kurdistanê xeta sor e. Pêwîste heyetek derhal biçe bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û agahiyan bide."

'DIVÊ GELÊ KURD JI BO RÊBER APO BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Li ser navê Tevgera Azadî, endamê Meclîsa Rêxistina Kerkûkê Mam Ramazan jî ji gelê Kurd xwest, li dijî tecrîdê rabe ser piyan. Ramazan got, "Girîng e gelê Kurd nakokiyên xwe yên siyasî deyne aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî bikeve nava tevgerê. Şehîdên me, li eniya şer, bêyî cihêrengiya partî û nêrînên xwe, xwe dan ber guleyan û ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî bûn gava destpêkê. Fermanê didin me ku em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Divê em vê yekê baş zanibin; qedera çar parçeyên Kurdistanê yek e. Dijminên me yek e. Heta niha dewletên Ewropayê û Amerîka me weke neteweyek nas nake. Ne me weke gel nas dikin, ne jî şoreşa me rewa dibînin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe û ji bo Rêber Apo rabe ser piyan. Dewleta Tirk a faşîst, di şexsê Rêber Apo de ji bo nehêle gelê me li Rojhilata Navîn bibe xwedî statuyekê, tecrîdeke giran dimeşîne. Ji jiyana Rêber Apo hemû welatên Ewropayê berpirsyar in. Divê ji bo vekirina deriyên Girava Îmraliyê derhal bikevin nava tevgerê. Ez careke din dewleat Tirk faşîst bi hêrseke mezin şermezar dikim."

'GIRÎNG E PARTIYÊN KURD HELWESTEKE HEVPAR LI HEMBERÎ TECRÎDÊ NÎŞAN BIDIN'

Ji Hizbî Şûî Hewre Tayîp jî ji ciwanên çalakî organîze kirin re spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Divê em li çar parçeyên Kurdistanê xwedî helwesteke siyasî bin, li dijî dijminên xwe. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze Kurdan bike dijminê hev. Ocalan li hemberî vê siyasetê rabû û hê jî li dijî vê siyasetê têdikoşe. Ji ber ku siyaeta dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan pûç kiriye, îro tê tecrîdkirin. Divê weke gel em li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Weke partî jî em ê heta dawiyê destekê bidin PKK'ê û bi tundî em dewleta Tirk şermezar dikin."

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşman qediya.

...