BI DÎMEN

'Di navbera tecrîd û hêza darbeyê de têkilî heye'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr bal kişand ser pêwendiya sedemî ya tecrîd û hêza derbeyê û diyar kir, bi lêkolînek li ser qedandina pêvajoya çareseriyê re, darbe dikare bê ronîkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr bal kişand ser pêwendiya sedemî ya tecrîd û hêza derbeyê û diyar kir, bi lêkolînek li ser qedandina pêvajoya çareseriyê re, darbe dikare bê ronîkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Baydemîr destnîşan kir, ku HDP li dijî her şêwe darbe û darbekaran e û diyar kir, HDP ji bo afirandina hevpeymaneke civakî ya nû, ku hemû beşên civakê temsîl dike, di nava hewldanan de ye.

Baydemîr da xuyakirin, hêza darbeyê ku HDP ji destpêka avabûna xwe û vir ve hewl dide bala raya giştî bikişîne ser, ketiye nava tevgerê û got, "Bi dîtina min, di navbera hêza darbeyê û tecrîdê de pêwendiyeke sedemî heye. Yên ku darbe kirin, zêdeyî saleke li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdê dişidînin. Birêz Ocalan ji roja destpêkirina pêvajoya aştiyê heta Nîsana 2015'an, di nava du sal û nîvan de hema hema di her hevdîtinê de bi israr bal dikişand ser hêza darbeyê. Hikûmet, dewlet, HDP, heyeta muzakereyê, civak û hêzên demokrasiyê der barê hêza darbeyê de hişyar kir. Fikarên xwe timî bilêv kir ku eger pêvajo bi zelalî nemeşe û destûreke bingehîn a demokratîk neyê afirandin, wê hêza darbeyê bikeve nava tevgerê. Di vî warî de civak hişyar kir û bang li hikûmet û dewletê kir ku tedbîran bigire."

'FERASETA KU PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ QEDAND, DARBE KIR'

Baydemîr bi zelalî got, feraseta ku pêvajoya çareseriyê qedand, mejiyê hêza darbekar e û diyar kir, eger tê xwestin hêza darbeyê bi rastî jî were ronîkirin, divê hewldanên sabotekirina pêvajoya çareseriyê yek bi yek bên lêkolînkirin. Baydemîr got, "eger tê xwestin li hemberî darbeyê û darbekaran têkoşîn bê meşandin, divê were eşkerekirin bê kê pêvajoya çareseriyê qedandiye û kê rê li ber qedandina pêvajoyê vekiriye."

'DIVÊ TECRÎD DERHAL BÊ RAKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir, ku rêya vegera li pêvajoya çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destpêkirina hevdîtiann e. 

Baydemîr bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û got, "Eger hikûmet dixwaze civakê bi xwe bide bawerkirin, eger dixwaze atmosfereke aştiyê ya nerm bafire, divê derhal tecrîdê rake. Di vî warî de erka dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê, ne bîata bi rengekî çavgirtî ye. Ya dikeve ser milê gelan, lêpirsîna rewşê ye. Divê lê bipirs e, ku kî bûne xwedî rol, kî bûne sedem û ev 14 sal in kî li ser desthilatdariyê ye. Ev 14 sal in kê nexwest destûra bingehîn a leşkerê bê guhertin? Ji sibeha 8'ê Hezîrana 2015'an û pê ve kê bi darbey sivîl welat bi rê ve bir? Ev îrade di heman demê de sedema rûdana rewşa heyî ye."

'ÇI LEŞKERÎ, ÇI JÎ SIVÎL, DARBE DARBE YE Û NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Osman Baydemîr diyar kir, heta hesab neyê dayîn nepêkan e rûpelekî nû were vekirin û got, "Pêkane ku mirov ji dijminatiya herî mezin dersan derxînin û bikin wesîleya xêrê. Lê belê, ji bo vê yekê divê hikûmet ewilî dest ji helwesta faşîst û nîjadperest a li hemberî pirsgirêka Kurd berde. Divê xwe ji nêzîkatiya şer û ji hev cihêkirinê berde. Ev darbe ji hin aliyan ve dubarebûn e. Meclîs hat bombekirin. Tank di ser welatiyên sivîl re derbas bûn û qetil kirin. Ev yek nêrîna feraseta darbekar a li gelê me, li mirovên me nîşan dide. Ev zîhniyeta darbekar ev saleke li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û tevahiya erdnîgariya Kurdistanê komkujî kir, sivîl qetil kir û me gelek caran ev bilêv kir. Ev generalên îro ji ber darbeyê hatine girtin, eger ji ber komkujiyên li Cizîr û Silopiyayê neyên darizandin, wê ev darizandin nesamîmî be."

Baydemîr bal kişand ser hovîtiya hêzên dewletê li Kurdistanê kir û anî ziman, tevî van hemûyan jî ew ji pîvanên xwe tawîzê nadin. Baydemîr got, "Darbe ne ya qebûlkirinê ye. Çi leşkerî çi jî sivîl. Darbe darbe ye û armanca xwe ya bingehîn ji holê rakirina daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê ya civakê ye."

...