Cenazeyên 4 şervanên li Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên li Minbicê di operasyona rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 4 şervanên li Minbicê di operasyona rizgarkirina bajêr de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên Minbicê Agir Baz Agir (Yunis Çelîk), Şêrîn (Mihemed Nergizli), Xelîl Hesen (Xelîl Doçka), Mihemed Etaa ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de, li cih û demên cuda jiyana xwe ji dest daN, ji Morga Nexweşxaneya Kobanê hatin wergirtin.
Bi sedan welatiyên ku cenaze wergirtin, bi karwanek ji wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik.
Piştî ku karwan gihîşt goristanê, girseya gel cenazeyên çar têkoşeran bi tilîlî û dirûşmeyan bir goristanê. Li vir merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de bi navê fermandariya YPG`ê û YPJ`ê Siblan Şîlan, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ferhad Dêrik û bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbic Hecî Rebîh axivî.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên çar têkoşeran û gel re hat xwestin. Qisekeran destnîşan kir ku bi saya cangoriyên azadiyê gelên herêmê bi hev re dijîn û gotin, ji bo paqijkirina herêmê ji komên çeteyan, divê têkoşîna hevpar bê bilindkirin.
Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hat xwestin ku hemû kes xwedî li Rêber, şehîd û gelê xwe xwedî derkeve.
Êrîşa hovane ya li bajarê Qamişlo pêk hatibû jî, di axaftinan de hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku gelê Rojava wê ji bo azadiya xwe bedelan bide, lê ti caran dest ji doza xwe bernade.
Piştî axaftinan cenazeyên herçar têkoşeran bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyan hatin definkirin.