Tûncel: Hewldana darbeyê encama polîtîkaya dij bi Kurd e
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, dînamîka darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke encama polîtîkayên dij bi Kurd ên hikûmeta AKP'ê li bajarên Kurdistan dimeşîne, ketiye dewrê.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, dînamîka darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke encama polîtîkayên dij bi Kurd ên hikûmeta AKP'ê li bajarên Kurdistan dimeşîne, ketiye dewrê.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan da xuyakirin, ku li gelemperiya welêt ji bo sê mehan Rewşa Awarte hatiye ragihandin. Di nava van sê mehên Rewşa Awarte de tecrîda li derveyî hiqûqê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şidandin û hemû serlêdanên hevdîtinê tên redkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.
Tûncel bibîr xist, ku hêzên berfireh ên li Tirkiyeyê li hemberî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rabûne, nerazîbûneke mezin derketiye holê, gelan li dijî darbeyê hewldan nîşan dane, lê belê ne rast e ku ev bûyer bi tenê weke bûyerek di 15'ê Tîrmehê de qewimiye bê nirxandin. Tûncel destnîşan kir, ku weke encama polîtîkayên dij bi Kurd ên hikûmeta AKP'ê li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan dimeşîne dînamîka darbeyê ketiye dewrê û diyar kir, weke DBP em vê pêvajoyê bi vî rengî pênase dikin.
'OCALAN BAL KIŞANDIBÛ SER DÎNAMÎKA DARBEYÊ'
Tûncel da xuyakirin, ku kêm ma bû muzakere destpê bike, lê belê hikûmeta AKP'ê her tişt ti hesiband, Tiriye xist nava kaosê û got, "Hem polîtîkaya şaş a li ser Sûriyeyê, hem dijberiya li Şoreşa Rojava, hem jî li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê esasgirtina plana têkbirinê ya şer, pêvajo veguherand planên qirêj ên dij bi Kurd. Têkiliya yekser a hikûmeta AKP'ê bi şerê ev saleke li bajarên Kurdan tê meşandin heye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha hikûmeta AKP'ê hişyar kiribû. Destnîşan kiribû, ku rêya derketina ji vê krîz û kaosê afirandina demokrasiya radîkal e, çareseriya li ser bingeha muzakereyê ye, naxwe wê dînamîka darbeyê bikeve dewrê."
Tûncel got, "Dibe ku di şeva 15'ê Tîrmehê de pêşî li hewldana darbeyê hatibe girtin, lê belê ev yek ji aliyê AKP'ê ve veguherî darbeyeke dijber. Bi hezaran mirov hatin binçavkirin û girtin. Her wiha bi hezaran mirov ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin. Xuya ye li ber destê wan lîsteyek heye, amade ye."
'PÊWÎSTIYA TIRKIYEYÊ BI GAVEKE NÛ YA DEMOKRATÎK HEYE'
Tûncel anî ziman, Rewşa Awarte ya hatiye ragihandin, ji bo Kurdan ne pêvajoyeke bi tenê 3 mehan e û bibîr xist, ku Rewşa Awarte ev saleke li Kurdistanê tê meşandin. Tûncel diyar kir, Rewşa Awarte ya li Kurdistanê di vê pêvajoyê de derbasî rojavayê welêt bûye û got, "Ne Rewşa Awarte, ne jî Destûra Bingehîn a cihêrengiyan tine dihesibîne dikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkan kûrtir dike. Ya ku divê niha were kirin, ewlekirina hemû nasnameyên li Tirkiyeyê û avêtina gaveke nû ya demokratîk e. Em ne darbeya leşkerî diparêzin, ne jî darbeya dijber. Em alternatîfa xwe bi xwe dafirînin. Li hemberî van hemû darbekaran, em ê ji felsefeya xwe ya azadîparêziya jinê ya jiyaneke nû ava dike, tawîzê nedin û jiyanê li Kurdistanê ava bikin."
'DARBEYÊ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR'
Tûncel bal kişand ser tecrîda 17 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da xuyakirin, ku li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd, tercîha şer a hikûmeta AKP'ê, destpêka darbeya siyasî ye. Tûncel bibîr xist, ku manîfestoya demokratîk a Ocalan, ji aliyê AKP'ê ve tine hatiye hesibandin. Tûncel destnîşan kir, ku darbeyê li Îmraliyê destpê kiriye û got, "Di organên çapemeniyê yên nêzî AKP'ê de hat ragihandin, ku di şeva 15'ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê hewldana darbeyê hat kirin. Tevî ku Wezareta Edaletê di vî warî de daxuyanî da be jî, di krîza heyî de kes ji kesî bawer nake. Di pêvajoyeke ku hawerê Serokkomar bi xwe ji ber hewldana darbeyê hat girtin de, ev daxuyanî ji bo me têrê nakin. Lewma divê heyetek derhal bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Heta ku ev hevdîtin neyê kirin, wê fikarên me zêde bibin."
'DIVÊ GELÊ KURD JI BO OCALAN DAKEVE MEYDANAN'
Tûncel da xuyakirin, ku Gelê Kurd ji bo Rêberê xwe li meydanan nobedê digire û destnîşan kir, ku heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin wê nobeda gel dewam bike. Tûncel bang li gel kir ku heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin li qadan be û diyar kir, divê hikûmet jî rê bide çûyîna heyetekê.