Ji KCK'ê daxuyaniya li ser Qamişlo: Divê tedbîrên xweparastinê derhal bê xurtkirin

KCK: Di serî de li Rojava, pêwîste gelên li bajarên azad ên Bakurê Sûriyeyê dijîn, bi ruhê seferberiyê û piştgiriyeke xurt, ji bo xweparastinê bikevin nava tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşa duh a li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û got, "Li hemberî êrîşên nû yên komkujiyê, divê derhal tedbîrên xweparastinê werin xurtkirin. Di serî de li Rojava, pêwîste gelên li bajarên azad ên Bakurê Sûriyeyê dijîn, bi ruhê seferberiyê û piştgiriyeke xurt, ji bo xweparastinê bikevin nava tevgerê."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, li Rojavayê Kurdistanê ku dewleta AKP'ê ya faşîst timî gefan lê dixwe, komkujiyeke din a wehşî pêk hatiye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku di vê komkujiya roja 27'ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo li dijî sivîlan hat kirin de herî kêm 35 kesî jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 150 kes birîndar bûne û got, "Rehma Xwedê li mirovên me yên welatparêz ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane be. Em ji birîndaran re şîfa xêrê, ji xizmên şehîdan, tevahiya gel û dostên xwe jî sersaxiyê dixwazin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ên li dijî mirovahiyê ev komkujiya hovane li xwe girt. Mixabin komkujiya Qamişlo ne mînaka yekane ya wehşeta çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava ye. Heman çeteyan di 26'ê Hezîrana 2015'an de li Kobanê komkujiyeke namerdî kiribûn û li vê derê 300 mirovên me yên sivîl ên jin û zarok jî di nav de bûn, bi xwînxwarî qetil kiribûn. Beşek ji çeteyên ev komkujî kir ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê bû û bi vî rengî derket holê ku DAIŞ'ê bi desteka dewleta AKP'ê ya faşîst ev komkujî kir. Divê were gotin, di vê komkujiya nû de jî dîktatoriya Erdogan a faşîst bi roleke aktîf rabûye. Ev dîktatorê ku Rojava terorîst îlan dike û hewl dide bike hedefa hemû cîhanê, ji bo wî tiştekî normal e ku polîtîkaya xwe ya har a dijminatiya li Kurdan bi komkujiyan bi cih bîne. Ev dîktatorê faşîst, ji destpêka Şoreşa Rojava ve hewl dide bi vî keriyê keftaran hêviyên azadiyê yên gelê Kurd tine bike, şoreşê bifetisîne, lewma serî li her rê û rêbazê dide. Dewleta TC a ku pêkanînên xwe yên tenkil, tedip û tehcîrê yên li Bakur derbasî Rojava kiriye, li her der^xwîna Kurdan dirijîne."

'LI ROJAVA, DI NAVBERA DEWLETA AKP'Ê YA FAŞÎST Û KURDAN DE ŞER QEWIMÎ'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku di pêvajoya agirbesta yekalî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de, hikûmeta AKP'ê ya faşîst li Bakur amadekarî dikir 'plana têkbirinê' bixe meriyetê, di rewşa bêçalakîtiyê de şer derbasî Rojava kir û wiha dewam kir: "Ji bo vê jî di destpêkê de xwe spart El Nûsra, ku bi xwe bi rêxistin kiribû. Piştî ku ev çete ji herêmê hat derxistin, vê carê çeteyên DAIŞ'ê xist dewrê. Hin xayinên Kurd jî ber bi xwe ve kişand û şerê xwe yê qirêj kûrtir kir. Ev şer gihand asta komkujiyan. Ji ber ku bûyîna xwedî statuyekê ya Kurdan a li vê derê li hemberî xwe weke gefeke mezin dît, ji bo vê gefê beralî bike, serî li her şêweyên dînîtiyê da. Ji ber vê yekê şerê ji destpêka şoreşê û vir ve li Rojava diqewime, şerê di navbera dewleta AKP a faşîst û Kurdan de ye.

Rayedarên TC a faşîst di daxuyaniyên xwe yên rojên dawî de dibêjin, yekîneyên wan ên taybet bi giranî li Bakur in, lê beşek jê li Başûr û Rojava ne. Ev daxuyanî gelekî girîng in. Yekîneyên wan ên li Başûr tê zanîn li ku ne. Yekîneyên wan ên li Rojava jî eşkere ye di nava DAIŞ'ê de ne û bi hev re êrîşên qetlîamker koordîne dikin. DAIŞ êdî bûye AKP, AKP jî bûye DAIŞ. Hin daxuyaniyên AKP'ê yên carna li hemberî DAIŞ'ê dide, bi tenê hewldanên ji bo nixumandina vê têkilî û hevkariyê ye. Li dijî gelê Kurd, tevgereke 'Enfalê' ya ji aliyê çeteyên AKP'ê û DAIŞ'ê ve tê meşandin, di rojevê de ye. Komkujiya li Qamişlo nîşaneya vê yekê ye. TC a di bin dîktatoriya Erdogan de ye, bi hêzên şovenîst, neteweperest û mezhebperest re vediguhere dewleteke eşqiya. Ev yek ne tenê gefê li gelê Kurd dixwe, di heman demê de gefê li hemû gelên mezlûm ên Rojhilata navîn û gelên cîhanê dixwe.

'AKP DIXWAZE LI ROJAVA DI NAVBERA KURDAN Û EREBAN DE ŞER DERXÎNE'

Tevî ku yên hedef hatine girtin Kurd jî bin, armanca vê wehşetê ne tenê tepisandina gelê Kurd e. Dewleta AKP'ê ya faşîst dixwaze li Rojava di navbera Kurd û Ereban de şerekî derxîne. Xurtbûna dostanî û piştgiriya hev a Kurd û Ereban, avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û pêngava rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê hezên parastinê yên gelên Kurd û Ereb vê tê meşandin, bûne sedem ku dewleta AKP a faşîst hewl bide vê plana xwe ya namerdî bixe meriyetê. Her kesên pêwendîdar, girîng e vê rastiyê baş bibîne û ji bo pûçkirina vê plana zexel hîn bêhtir destekê bidin piştevaniya gelên li Sûriyeyê bi taybetî li Rojava. Divê daxwazên Erdogan ê faşîst dîktator, di ber de bimîne.

Dewleta AKP'ê ya faşîst ne tenê êrîşî Kurdan dike, bi bikaranîna çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîamker re hewl dide her kesî teslîm bigire. Komkujiyên li Ewropayê ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin, mînakên şênber ên vê yekê ne. Rojava, di şerê li dijî AKP û zarokê wê yê nediyar DAIŞ'ê de, ku gefê li tevahiya mirovahiyê dixwin, eniya herî pêş e. Pêwîste hêzên navneteweyî vê rola dîrokî ya hêzên li vê derê şer dikin baş bibînin, zanibin qelsiyek di vî şerî de rû bide wê bibe felaketek ji bo gelan, lewma heta dawiyê destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ji bo bi encamkirina pêngava rizgarkirina Minbicê derhal bi berpirsyariyên xwe rabin. Pêşîgirtina li komkujiyên li DAIŞ'ê, bi qelskirin û bêbandorkirina DAIŞ'ê li her cihî dibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku divê gelê Kurd li her cihê lê ye, ji bo şermezarkirina hêzên qetlîamker dakevin kolanan û got, "Li hemberî êrîşên nû yên komkujiyê, divê derhal tedbîrên xweparastinê werin xurtkirin. Di serî de li Rojava, pêwîste gelên li bajarên azad ên Bakurê Sûriyeyê dijîn, bi ruhê seferberiyê û piştgiriyeke xurt, ji bo xweparastinê bikevin nava tevgerê. Roj ne roja xemsariyê ye. Divê baş were zanîn, ku şer wê girantir bibe. Pêwîste her kes jiyana li nava şert û mercên şer ji xwe re bike rêbazeke jiyanê û ji bo berdêlên di oxira azadiyê de tên dayîn werin sivikkirin, her kes her tiştî bike.

Êşa me giran e. Lê belê roj ne roja girî û gaziyanan e. Bi girî êşa me sivik nabe. Dem ew dem e ku em êşên xwe veguherînin hêzeke ku dijmin tengav bike.

Em careke din li pêşberî bîranîna mirovên xwe yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û hesabpirsîna ji vê komkujiyê weke deynê şeref û namûsa dibînin. Em soz didin, ku ji bo xwîna şehîdên me li erdê nemînin û piştevaniya bi şoreşa Rojava re were xurtkirin, em ê têkoşîna xwe li her cihî mezintir bikin."