Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîla

HPG’ê têkîldarî çalakiyên li Şirnex û Geverê û her wiha tevgera artêşa Tirk a li Wanê agahî parve kirin. HPG’ê da xuyakirin ku li dijî qereqola Xirvatê ya Geverê çalakiya fedaî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê detayên çalakiya fedaî ya ku 26’ê Tîrmehê li dijî qereqola Xirvatê ya Geverê li dar xistine ragihand. Nasnameya gerîlayê ku çalakiya fedaî li dar xistiye û gelek leşker kuştine jî hate eşkerekirin.

HPG’ê têkîldarî çalakiyên li Şirnex û Geverê û her wiha tevgera artêşa Tirk a li Wanê agahî parve kirin

LI GEVERÊ ÇALAKIYA FEDAÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên gerîlayan 26’ê Tîrmehê saet 19.15’an li dijî qereqola Xirvatê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev detay parve kirin:

26’ê Tîrmehê saet 19.15’an hêzên me li dijî qereqola Xirvatê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hevalê me Rênas bi wesayîta bombebarkirî ve çalakiyek bi tarzekî fedaî wesayît bi qereqolê teqand. Heman demê hêzên me jî ji 5 baskan li qereqolê dan. Li qereqolê 2 kule îmha bûn; gelek wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin, lê gelek ambûlansan mirî û birîndar rakirin. Di vê çalakiyê de hevalê me Rênas ên bi awayekî fedaî çalakî li dar xist şehîd ketiye.

Nasnav: Rênas Cûdî

Nav û Paşnav: Emrah Gunce

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik- Bav: Gulîzar - Şaban

Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg

...

TÛGAYA ŞIRNEXÊ HATE HEDEFKIRIN

26’ê Tîrmehê saet 16.30’an hêzên me li dijî girê Tûgaya Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ku çekên giran û ferdî hatin bikaranîn, agir bi çadirekê girt. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC, Deriyê Meydana û Deriyê Berroja da ber obus û hewanan.

27’ê Tîrmehê artêşa TC li qada ku Deriyê Meydana û Deriyê Berroja digire nav xwe operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li dijî leşkerên derketine operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Operasyon hê jî dewam dike.”

LI BEDLÎS Û GEVERÊ ÇALAKÎ

HPG’ê têkîldarî çalakiya Gever û Bedlîsê jî ev gotin:

“27’ê Tîrmehê saet 12.45’an hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên giran li leşkerên mabeyna girên Şehîd Rahîma û Şehîd Zerdeşt ên li qada Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

26’ê Tîrmehê saet 17.00-18.30’an hêzên me li sêgoşeya navçeya Xîzan a Bedlîsê, Berwarî ya Sêrtê û Miks a Wanê nasname kontrol kirin. Hêzên me li vir heman rojê heta 27’ê Tîrmehê saet 17.00’an kontrola rê berdewam kirine. Hêzên me der heqê pêvajoyê de agahî dan gel, kontrolên nasnameyan jî kirin. Dîsa hêzên me li vir dest danîn ser tabancayek cerdevanekî. Piştî hişyariyê cerdevan hate berdan. Di domahiya çalakiya rê de hêzên me 2 çekên kleşê, 10 jerjorên wê, 300 guleyên wê, 2 êlekê êrîşê û tabancayek desteser kirine.”

LI WANÊ KEMÎN

HPG’ê têkîldarî tevgera artêşa Tirk a li Wanê jî ev agahî ragihandin:

“Ev demek e artêşa TC li gundên Hespinekê, Şevekê, Marças û Ziyaretê yên girêdayî navçeya Erdîş a Wanê kemînan datîne. Her wiha komek kontra jî bi cilên hêzên me ve digerin.”