‘Teqez em ê hesabê qetlîama Qamişloyê bixwazin’

Hevserokê Konseya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, têkildarî qetlîama bi wesayîta bombebarkirî ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê di saetên sibehê de pêk hat û gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ji ANF’ê re nirxand.

Hevserokê Konseya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, diyar kir ku ew ê hesabê Qetlîama Qamişloyê ji DAIŞ’ê û hevkarên wê bi teqez bixwazin.

Hevserokê Konseya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, têkildarî qetlîama bi wesayîta bombebarkirî ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê di saetên sibehê de pêk hat û gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ji ANF’ê re nirxand.

Gulo destnîşan kir ku ev qetlîama ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatiye, gelê sivîl hedef kiriye û wiha got: “Di vê teqînê de ziyan li ti saziyên me nebûye û nehatine hedefkirin. Yên ku hatine hedefkirin sivîl in.Bi qetlîama ku li Taxa Xerbî ya li hember welatiyên sivîl hate kirin da nîşandan ku DAIŞ, hêzekî çiqasî teroîst e.”

 ‘HER KU DAIŞ LI MINBICÊ WINDADIKIN, JI SIVÎLAN TOLÊ DIHILÎNIN’

Gulo, diyar kir ku armanca van qetlîaman aramiya Gelê Rojava xirakirin, destkeftiyên wê ji holê rakin, derbeyê li jiyan hevpar a li ser bingehê wekehevî û biratiyê bixin. Gulo anî ziman ku serkeftina operasyona Minbicê ber bi dawîbûne ve dihêle kû bandora vê êrîşê hebe.

Gulo wiha anî ziman. “Weke tê zanîn Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Meclîsa Demokratîk a Minbicê li Minbicê li dijî DAIŞ’ê operasyonê bi rêve dibin. DAIŞ bi temamî hatiye dorpêkirin û tengavkirin.Di rojên pêşiya me de wê agahiyên bi temamî paqijkirina Minbicê ji DAIŞ’ê bê xilaskirin wê were dayîn. Ev teqîn jî yek ji îşareta wê yekê ye. DAIŞ’ê di malperê xwe de jî diyar kirin ku wê tola operasyona Minbicê bê hilîn. Tolê ji hêzên leşkerî nahilînin, tên xwe di nava welatiyên sivîl de diteqînin.”

 ‘EM DI FIKIRIN KU TIRKIYE JÎ ROL LÎSTIBE’

Gulo diyar kir ku DAIŞ’ê di malperên xwe de diyarkirine ku wan ev komkujî kirine lê em difikirin ku Tirkiye jî di vê qetlîamê de cih girtibe. Gulo wiha pê de çû: “Tê zanîn ku DAÎŞ komekî terorist e. DAIŞ bi sîxurên dewletan re kar dike. Ez difikirim ku li pişt vê qetlîamê dewleta Tirkiye jî heye. Ji ber ku yên ku herî zêde piştgiriya DAIŞ’ê dike li dijî Şoreşa Rojava, roj bi roj piştgiriya çek û endaman dike dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ye.

Rêzan Gulo, di nirxandinê xwe de di pêvajoya dawî de behsa hevdîtinên di navbera Rejîma BAAS û dewleta Tirkiyeyê de hatin kirin nirxand û wiha got: “Dewleta Tirkiye û Rejîam BAAS’ê li Cezayîrê bi navbeynkariya Îranê li ser sîxûriyê civînek li dar xistine. Îhtimala ku tiliya Rejîam BAAS’ê jî di vê teqînê de hebe. Di vê warî de hê jî lêpirsîn dewam dikin. Dema ku em gihiştin encamekê em ê bi raya giştî re parve bikin.”

‘EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN’

Hevserokê Konseya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, peyama ku wê hesabê ji her kesê ku têkiliya wan bi vê qetlîam re hene bixwazin da, herî dawî jî wiha got: “Dema ku derket holê ku tiliya rejîam BAAS û hinek hêzên di di nava vê qetlîamê de hebin, em ê hesab ji wan bixwazin û tola şehîdên xwe hilînin. Çawa ku Minbic ji DAIŞ’ê tê paqijkirin, di vê rewşê de hêzên ku di vê qetlîamê de cih girtine wê hesab jê bê xwestin, wê tola şehîdên me bê hilanîn. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, jib o birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.”