BI DÎMEN

Ciwanên Daqoqî ji bo azadiya Ocalan bang kirin

Ciwanên qezaya Daqoqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin, azadiya Ocalan xwestin û gotin: "Serok Apo xeta me ya sor e."

Ji ber ji Nîsana 2015’an û vir ve dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke şidandî dimeşîne û ti agahî jê nayê girtin, wek li her cihên ku Kurdistanî lê dijîn, ciwanên li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên xwe didomîn. 

Ciwanên ji qezaya Daqoqê ya girêdayî bajarê Kerkûkê ji ANF’e re axivîn û diyar kirin ku divê Başûrê Kurdistanê ne tenê pişgiriyê bide van çalakiyan, li hember vê nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst xwedî helwest jî be. 

Ciwanê Daqoqî yê bi navê Rêbîn Omer bi bîr xist ku ev salek e û 3 meh in têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî nîne û wiha dewam kir: "Niha destûrê nadin ku malbat û parêzer biçin serdanê jî. Mafên mirovan tên binpêkirin. Ez bang li rêxistinên navdewletî dikim ku wezîfeya xwe pêk bînin. Em ji bo dewleta Tirk jî dibêjin heta ku Rêberê me azad nebe wê têkoşîna me bidome. Rêber Apo xeta me ya sor e."

Ciwanekî din ê ji heman bajarî Nehro Selam ji ber ji Ocalan ti agahî nayê girtin, di destpêka axaftina xwe de dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û got; "Pêwîst e destûra hevdîtinê bê dayin, malbat û parêzer Rêber Apo bibînin. Ez bang li hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikim bila bikeve nav hewlekê. Heta niha neketiye nav hewldanekê. Divê li dijî vê tecrîdê li beramberî dewleta Tirk xwedî helwest be."

Fehim Cemal têkîldarî tecrîdê wiha axivî: "Em wek gencên welatparêz ên Daqoqê ji bo Rêber Apo û şermezarkirina tecrîda heyî çalakiyan li dar dixin. Ev salek û 3 meh in tecrîdek şidandî tê meşandin. Pêwîstî pê heye ku bi bayê lezê malbat, parêzer, sazî û dezgehên navneteweyî bi rewşa Rêber Apo bihisin. Divê dewleta Tirk a faşist baş bizane, ew ê nikaribin vê tecrîda bidomîne, heta em vê tecrîdê neşkînin û Rêberê xwe ji Girtîgeha Îmraliyê dernexînin, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Cemal destnîşan kir ku di vê mijarê de berpirsiyartiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye û wiha pê de çû: "Bi tevahî partî û şexsiyetên serbixwe divê li dijî dewleta Tirk xwedî helwest bin. Heta Rêber Apo di zindana dewleta Tirk de be ev ê ji bo tevahî Başûrê Kurdistanê wek şermê bidome."

Ji ciwanên Başûrê Kurdistanê Rêbîn Nûrî ragihand ku wek welatparêzên Başûrê Kurdistanê îro li Daqoqê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşendanekê li dar dixin û got; "Ji bo rizgarkirina Serok Apo em bangê li hemû ciwanan dikin. Ev salek û 3 meh in em jê Serok bê agahî ne."

Nûrî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê di serî de ciwan her kes bikeve nav doza rizgariya Rêberiya Serok Apo. Elbet bi taybet pêwîst e Başûrê Kurdistanê ne tene piştgirî, bi tevî gel, sazî û rêxistinên xwe li beramberî vê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo xwedî helwest be. Divê pişta gele Kurd bigirin ne pişta dijmin."