YPG: Li taxa Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin

YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên il hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin û di encama bersiva hêzên wan de 4 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn, êrîşên hevbeş ên komên çete yên ser bi koalîsyona Sûrî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "komên çete, roja 24'ê Tîrmehê saet di 01:00 de topên cehenemê û hawan avêtin taxê. Ji ber vê bomberdûmanê zarokek şehîd ket. Çeteyan saet di 02.00 de hewl dan ji herêma Seken Şikeyf têkevin taxê. Hêzên me bi ser çeteyan ve girtin û 2 endamên çete kuştin. 

Çeteyan li ser rêya Cendol jî êrîş lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şer qewimî. Di encama şerê heta derengiyê şevê dewam kir de maşîneke leşkerî hat derb kirin û qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin. 

Li Seken Şebab jî çeteyan xwestin êrîş bikin. Hêzên me êrîşê çeteyan têk birin û di şerê vir de qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin. 

Komên çeteyan ji çeperên xwe yên Ezazê jî bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a li ser sînorê Ezaz û Efrînê. 

Her wiha çeteyên DAIŞê jî li dijî gundê Kefer Naseh a dikeve başûrrojhilatê Til Rifatê bi fûzeyan êrîş birin li ser sivîlên herêmê. 

24'ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser herêma Girê Sor a dikeve başûrê bajarokê Şêxler a giredayî Kobanê."