El Ehmed li Kasselê hat bîranîn
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El Ehmed ê di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hat bîranîn.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El Ehmed ê di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hat bîranîn.
Ji bo Mehmûd El Ehmed (Bavê Cemal) ê li Minbicê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de tevî du hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kassel ê Elmanyayê konê sersaxiyê hat vedan. Birayê wî Cemal El Ehmed li Navenda Çanda Kurd a Kasselê serdanan qebûl dike.
hevserokê Meclîsa Gel a Kasselê Ehmed Esmeray li merasîma bîranînê axivî û piştre birayên El Ehmed mafê axaftinê wegirt. Cemal El Ehmed got, "Mehmûd ne tenê birayê min bû, ew hevrêyê min bû. Bira û şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Ji bo azadiya axa Rojava, bi salan cihê xwe di nava refên YPG'ê de girt; bi lehengî şer kir û bi lehengî tevî du hevalên xwe gihaşt asta şehadetê. Em ê li ser şopa Mehmûd bin û xwedî li têkoşîna wî derkevin."
Piştî axaftinan, mewlûd hat xwendin û xwarina xêrê hat belavkirin.