Qedexeya li Nisêbînê li hin taxan 'rabû'
"Qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ku ji 14'ê Adarê û vir ve dewam dike, ji bilî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê, li taxên din hat rakirin.
"Qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ku ji 14'ê Adarê û vir ve dewam dike, ji bilî taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê, li taxên din hat rakirin.
"Qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ku ji 14'ê Adarê û vir ve dewam dike, îro li 10 taxan hat rakirin.
Walîtiya Tirk a li Mêrdînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li taxên wek Yenî Tûran, Yeşîl Kent, Mor Yakûp, 8 Mart, Gîrnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê qedexeya ku hatibû îlankirin, bi dawî bûye.
Her wiha wê heta 30 roja li van taxan di navbera 21.00 û 05.00'an de bi awayekî qismî qedexe bidome.
Li gel vê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku herî zêde êrîşên dewletê xwe lê dan der, qedexe wê dewam bike.