Fermandarê HPG’ê Rêber Amed bi merasîmeke leşkerî hate bibîranîn. Delal Amed, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê di merasîmê de axivî: ‘’Bi têkoşîna gerîlayên şopdarên Fermandar Rêber, dewleta Tirk dirûxin’’
ANF
BEHDÎNAN /HELGURT BAGOK/BESÊ PERÎ
duşem, 25 tîrmehê 2016, 15:33
Endamê fermandariya Akademiyên Apollo yê HPG’ê Rêber Amed bi merasîmeke leşkerî hate bibîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed di merasîmê de axivî û got:’’Bi têkoşîna gerîlayên şopdarên Fermandar Rêber, dewleta Tirk dirûxin’’
Endamê Fermandariya Akademiya Şehîd Mahîr a di bin banê Akamiya Apollo yê HPG’ê de, fermandar Rêber Amed (Mehmet Şah Yildenîz) par, li Qada Parastinê ya Medyayê, 25’ê Tîrmehê bi êrîşên dewleta Tirk jiya xwe ji dest dabû, bi merasîmeke leşkerî hate bibîranîn.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, ji fermandarên HPG’ê Sadûn Sûrûç, endamên fermandariya Akademiyên Apollo Pelşîn Koçgirî, Nûveyla Sîverek û Sîpan Malazgîrt jî di nav de gelek gerîla di merasîmê de amade bûn.
Delal Amed diyar kir, Rêber Amed fermandarekî wiha bû ku di nav gerîla de pir zû pêş ket.
Delal, Amed diyar ku gerîla îro şopgerên Rêber’in û bi têkoşîna ku didin dewleta Tirk dihêrifînin û wiha pê de çû, ‘’25’ê Tîrmehê salvegera şehadeta hevreyê me Rêber Amed e. Bi vê yekê, em di şexsê Rêber Amed de hemû şehîdên pêngavê bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin. Hevrê Rêber hem di Şehîd Mahîr de bû sembol û hem jî, ji bo ku di nav HPG’ê de profesyonelî bi pêş bikeve fermandarekî pêşeng bû. Di xebata profesyoneltiyê de fermanarî pêşketiye. Cihekî girîng ê heval Rêber di nav tekoşîna me de heye. Ji bo ku li dijî komploya navdewletî derkeve, tevlî nav refên gerîla bû û di demeke kurt de bû fermandar. Di qadên herî dijwar ên têkoşîna me de, li Eyaleta Amedê fermandarî kir. Piştre hate Qada Parastina Meydyayê û ji bo profesyoneltiya gerîla, di akamiyên Şehîd Mahîr de fermandarî kir. Ji bo vê jî di têkoşîna me de xweyî cihekî girîng û watedar e.’’
Amed destnîşan kir ku di 24’ê Tîrmehê de, artêşa Tirk û hikûmeta AKP’ê êrîşî gerîlayan kiriye û xwestiye ku gerîla biqedîne û wiha axivî: ‘’Li gorî vê plansaziya xwe hemû qadên me yên parastina medyayê hatin bombekirin. Ji 24’ê Tîrmehê ve me gelek hevriyên xwe yên leheng şehîd dan. Di êrîşên 24 û 25’ê Tîrmehê de di serî de Rêber Amed, Şervan û Dijwar gelek hevriyên me şehîd ketin. Ji bo bibîranîna şehîdên xwe em bidin jiyîn me weke tevgerê pêngaveke nû da destpêkirin. Ji par ve heta niha me pêngaveke ku avakirina xweseriya demokratîk û azadkirina Rêbertiya me ji xwe re kiriye armanc, daye ber xwe.
Ji destpêka vê pêngavê ve ku avakirina xweseriya demokratîk û azadiya Rêber Apo daye ber xwe, heta niha me gelek berdêl mezin dan, lê bê sekin û rawest têkoşîna me berdewam dike. Di serî de çiyayên Kurdistanê, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û hemû bajarên Kurdistanê bûne qadên berxwedanê. Ev berxwedana heta niha bi biryardarî didome. Gelê Kurd wê xweseriya demokratîk pêk bîne û Rêber Apo azad bike.’’
Amed der barê hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê jî axivî û wiha anî ziman, ‘’Herî dawî hewldaneke darbeyê çêbû. Vê jî nîşan da ku di nav dewletê de nakokiyên mezin hene û li ber rewşa hilweşînê ye. Bêguman ev hewldan ji pêngava ku me ji 24’ê Tîrmehê ve dayî destpêkirin ne serbixwe ye. Ji bo vê jî divê em têkoşînê bînin asta serkeftinê. Derfet û delîveyên vê têra xwe hene. Ji bo vê jî, ji ber ku em wekî HPG’ê û YJA Starê şopdarên Rêber, Şervan û Dijwar in, em pê bawer in ku em ê vê pêngavê bibine serî. Wê hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk bifeşkile, Kurdistan wê xweser bibe û Rêber Apo azad bibe. Hêzên me ji her demê bêhtir ji vê re amade ne.
Em pê bawer in ku hêzên me yên Şehîd Mahîr ji bo ku vê pêngavê bibin serî hem wê di rêka Şehîd Rêber de bimeşin û hem jî îradeya wan bi biryardarî nîşan bidin. Li ser vê bingehê, ji bo ku ev pêngav biçe serî, hemû hevrê divê wekî xwedanê vê kêferata mezin amadekariyên xwe mezintir bikin û bi vî awayî tevlî pêvajoyê bibin. Dîsa di şexsê heval şehîd Rêber de ji bo ku em bikaribin giyanê hemû şehîdan bidin jiyîn divê em bibin şopgerên wan û ji wan re bibin bersiv, divê em vê pêngavê pêk bînin. Li ser vê bingehê ez sekeftinê ji hemû xwendekarên şehîd Mahîr re dixwazim.’’
Merasîm bi dirûşmên wekî, “Şehîd namirin,’’ ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’’ qediya.