Li Minbicê 60 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 60 kesên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk dihatin ên li Taxa El Kecliyê dijiyan, rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 60 kesên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk dihatin ên li Taxa El Kecliyê dijiyan, rizgar kirin.
Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Abû Leyla ya rizgarkirina herêma Mibicê ji çeteyên DAIŞ`ê bi şerên dijwar, li gelek eniyên bajêr di roja xwe ya 55`an de didome.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê 60 sivîlên ku piraniya wan ji ji û zarokan pêk dihatin, di jêrzemîneke li Taxa Keclî de ku 4 rojan bê av û xwarin dorpêçkirî mabûn, rizgar kirin.
Piştî ku şervanan welatî ji taxê derxistin, ew birin herêmek bi ewle û xwarin û av pêşkêşî wan kirin.
Şerê li Taxê di nava şervanan û çeteyan de didome.