Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan ket nava hewldaneke nû
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo parastina sivîlên di hundirê bajêr de asê man e, însiyatîfeke nû nîşan da.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo parastina sivîlên di hundirê bajêr de asê man e, însiyatîfeke nû nîşan da.
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wiha ye:
"Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyal ya rizgarkirina bajarê Minbicê li nava bajêr bi destketiyên mezin, didome. Piştî ku çete ketin dorpêça hêzên me û hemû hewldanên wan li bin ketin, ji ber ku ew êdî çarenûsa xwe dizanin ku ti rêya revê li pêşiya wan nemaye, ew dixwazin sivîlan ji bo parastina xwe weke mertalên zindî bikar bînin. Yên ku hewl didin birevin jî wan dikujin û komkujiyan jî pêk tînin.
Ji ber ku hewldana me ya berê ya ji bo parastina sivîlan û xelaskirina wan ji hovîtiya çeteyan, ji ber helwestên çeteyan ên dij mirovahiyê nehişt ku ew hewldan bi encam bibe. Ji ber wê em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê, ji ber ku em bi perensîbên xwe yên ehlaxî û nirxên xwe ve girêdayî ne û ji ber ku em bi israr in ku em gelê xwe yê sivîl yê Minbicê ji çeteyan biparêzin û xelas bikin, her wiha li gorî qanûnên rêxistinakirina şer, em ji bo parastina sivîlan, însiyatîfeke din radigihînin.
Armanca yekemîn a Însiyatîfa me, parastina sivîlan û dûrxistina wan ji qadên şer e. Ji bo wê jî wê korîdorên mirovî bên vekirin û li gorî van xalan, sivîl ji bajar bên derxistin:
Hemû sivîlên li bajar, tevî birîndaran jî dikarin di korîdorên bi ewle re ji bajar derkevin û xwe bigihînin herêmên ku ji aliyê hêzên me ve hatine rizgarkirin.
Hêzên me wê rê bidin ku çete birîndarên xwe û çeteyên ku dixwazin derkevin ji bajar derxin û ber bi herêmên di destê DAIŞ’ê de bibin.
Hemû kesên ku DAIŞ’ê li Minbicê girtine, divê serbest bên berdan.
Ji bo ku der barê pêkanîna vê însiyatîfê de danûstandin were kirin, divê DAIŞ şandeyekê ji rûsipiyên Minbicê yên ku tên naskirin, weke nûnerên Minbicê bişîne.
Em dibêjin ku em bi hewldana xwe bi hemû qanûnên navneteweyî yên rêxistinkirina şer ên weke Hevpeymana Cenevreyê ve girêdayî ne. Em ji bo nirxên ehlaxî rêz digrin û parastina jiyana gelê me yê sivîl, armanca yekemîn a Şoreşa me ya azad e."
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beriya çend rojan ji bo parastina sivîlan însiyatîfeke bi heman rengî derxistibû, lê belê çeteyên DAIŞ’ê ev yek pêk neanîn û di heman rojê de êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û sivîlan kirin.