Heyetek ji Konferansa Ocalan hêzên gerîla ziyaret kir
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û heyeta pê re, hêzên gerîla yên li Kerkûkê ziyaret kirin û gotin, ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ne.
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û heyeta pê re, hêzên gerîla yên li Kerkûkê ziyaret kirin û gotin, ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ne.
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û heyeta pê re, hêzên gerîla yên li Kerkûkê ziyaret kirin û gotin, ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ne.
Gelek akademîsyen, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, aktîvîstên jin û parêzerên di nava heyetê de cih girtin, ji hêzên gerîla re axivîn.
AZADIYA OCALAN AZADIYA ROJHILATA NAVÎN Û GELÊ KURD E
Heyet ji aliyê Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogû, ji fermandarên eyaleta Mexmûr-Kerkûkê ya HPG'ê Selîm Zîlan û gelek gerîla ve hat pêşwazîkirin.
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa ji hêzên gerîla re axivî û anî ziman, ku ew ji Afrîka Başûrê hatiye, yek ji kesên pirsgirêka Kurd ji nêz ve dişopîne ye. Moosa got, "Heta niha min hem li Ewropayê, hem jî li Kurdistanê bi endamên têkoşîna azadiyê re hevdîtin kir. Em niha li vê derê gerîlayan ziyaret dikin. Em we bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Em ji welatên cuda hatine. Ji Afrîka Başûr, Amerîka, Lubnan, Hîndîstan û Fîlîstînê hatin. Bi dîtina we em gelekî kêfxweş in."
Moosa der barê konferansa li ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 3 rojan li Silêmaniyeyê hat lidarxistin de agahî da û got, "Konferans bi giranî ji bo derxistina Birêz Ocalan ji zîndana Îmraliyê bû. Bi dîtina me, azadiya Ocalan ji bo aştiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Û em destekê didin vê têkoşînê."
EM Ê TÊKOŞÎNA WE JI GELÊ XWE RE VEBÊJIN
Essa Moosa herî dawî got, "Piştî vê konferansê em ê li welatê xwe vegerin û ji gelê xwe re qala berxwedana gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo azadiyê bikin. Em li Afrîka Başûr li dijî hêzên serdest têdikoşin. Rêberê me Nelson Mandela bi salan li zîndanê li ber xwe da. Rêberê me Nelson Mandela jî mîna Birêz Ocalan hewl da li zîndanê bi diyaloga bi hikûmetê re pirsgirêkan çareser bike.
Hêvîdar im wê pêvajoya çareseriyê ji nû ve bi Birêz Ocalan re destpê bike û pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin. Çawa ku gelê Afrîkayê di sala 1994'an de azad bû, pêwîste gelê Kurd jî azad bibe. Beriya her tiştî em destekê didin we û têkoşîna we ya azadiyê. Hêvîdar im wê Birêz Ocalan di dema herî nêz de azad bibe û ji bo aştiyê hîn bêhtir karibe ji bo aştiyê bixebite."
OCALAN DIKARE LI ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞÊ RE BIKE
Samûel Jordan jî da xuyakirin, ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan ew hînî gelek tiştan bûye û got, "Têkoşîna we gelek tiştan hînî me dike. Ji sala 1999'an dema girtina Birêz Ocalan û vir ve me pêvajo dişopand. Em niha daxwaza azadiya Ocalan dikin. Dikare li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiyê ji gavên şoreşgerî re bike. Armanca me ew e ku bi rêxistinên têkoşîna şoreşgerî dimeşînin re tevbigerin. Ez bawerim wê şoreş bê vê xakê."
BI SAYA YÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKIN, EM LI WELATÊ XWE ARAM Û REHET IN
Aktîvîsta jinê ya Tûnisî Selva Gîga jî ji ber têkoşîna azadiyê ya li dijî rêxistina DAIŞ'ê spasiya hêzên gerîla kir. Gîga got, "Ez ji Tûnisê têm. Weke Tûnisekî, gelekî pê dêşim ku welatiyên Tûnisê tevlî DAIŞ'ê dibin û mirovan dikujin. Ev sê roj in, ez bi çavên xwe wan mirovên li dijî DAIŞ'ê ji bo parastian rûmeta mirovahiyê şer dikin, dibînim. Eger ez îro li Tûnisê dikarim bi rehetî bijîm, ev yek bi saya şerê we yê li dijî DAIŞ'ê ye. Ez spasiya we hemûyan dikim û ji we hemûyan re serketinê dixwazim."
YEKANE LÎDERÊ KU WÎ WEKE FÎLOZOF DIBÎNIM OCALAN E
Abbas Huseyînî got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne xerîbê Lubnanê ye" û anî ziman ku ji ber Ocalan demeke dirêj li Lubnanê ma, ew ji vê gelekî kêfxweş e. Huseyînî destnîşan kir, ku yekane lîderê ew weke fîlozof dibîne, Ocalan e û got, "Li gorî min, li tevahiya cîhanê yên ku îro têkoşîna şoreşgerî di asta herî bilind de dimeşînin hûn in. Dixwazim hûn bi vê zanibin, gelên li Rojhilata Navîn têkoşîna we teqdîr dikin û dilê wan ji bo we lê dide. Hûn dîrok û siberoja me diparêzin. Lewma ez ji we re serketinê dixwazim û silav û rêzên xwe pêşkêş dikim."
OCALAN LÎDERÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ YE
Serokê Nivîskarên Sirgûnê yên Îranî Bahman Rahmanî jî da xuyakirin, ku ji ber serdana hêzên gerîla ew gelekî kêfxweş e û got, "Ji bo min cihê serbilindiyê ye dîtina we. Ez dizanim PKK zêdeyî 40 sal in ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê têdikoş e. Konferans hat lidarxistin. Vê yekê dikarim bi zelalî bêjim, ku Abdullah Ocalan û PKK ne tenê pêşengiyê ji gelê Kurd re dikin, di heman demê Rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn 3u cîhanê ne û li ser navê mirovahiyê têdikoşin."
EM BI TÊKOŞÎNA WE SERBILIND IN
Ji Navenda Lêkolînê ya Bernameya Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya Hîndîstanê Leo Saldanha got, "Min silavê gelê Hîndîstanê ji we hevrêyên şoreşger re anî" û ev nirxandin kir: "Kesek mîna we têkoşîneke şoreşgerî nameşîne. Hûn ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê li vir têdikoşin. Hûn li dijî rêxistinbûyîneke li derveyî mirovahiyê ya mîna DAIŞ'ê şer dikin û li ber xwe didin. Ev têkoşîna we ne tenê ji bo gelê Kurd e, têkoşîna rûmetê ya hemû mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê em ji têkoşîna we îlhamê digirin û pê serbilind in."
LI DORA FELSEFEYA RÊBER APO EM DIKARIN ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN PÊK BÎNIN
Herî dawî Fermandara YJA Starê ya eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogû da xuyakirin, ku mesajên piştgiriya gelan a heyetê gelekî hêja dibînin û got, "Weke HPG û YJA Starê em bi xêrhatina hemû dost û mêvanên xwe yên ji welatên cuda hatine dikin. Di vê dema ku Rêberê me di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji bo azadiya gelê me têkoşîn tê meşandin de, pêkhatina konferanseke bi vî rengî bêguman gelekî girîng û hêja ye."
Dogû destnîşan kir, ku eger ew li dijî sîstema kapîtalîst û faşîst, li dora paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev bicivin, dikarin şoreşa jiyana azad pêk bînin û got, "Dostên me yên hêja niha qala têkoşîna hevpar kirin. Em vê hevpariyê gelekî hêja dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê hevparîbûnê re em ê li Rojhilata Navîn şoreşê bafirînin, li cîhanê şoreşê bafirînin û li dijî hêzên serdest bi vîneke hevpar şoreşê ava bikin."