Hevserok û 2 rêveberên DBP'a Gimgimê hatin binçavkirin
Li Gimgimê hevserok û 2 rêveberên DBP'a navçeyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Gimgimê hevserok û 2 rêveberên DBP'a navçeyê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Gimgimê rêveberên DBP'ê dema li navenda navçeyê serdana esnafan dikirin, hatin binçavkirin. Hevserokê DBP'a Vartoyê Mahîr Yilmaz, rêveberên navçeyê Ramazan Aktaş û Yûnûs Vûral ên di dema serdana esnafan de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Gimgimê.
Her wiha mebesta binçavkirina nehat zanîn.