'Fikarên li ser rewşa Ocalan zêde bûne'
Piştî tecrîda şidandî ya sal û çar mehan, negirtina agahiyan a ji dema hewldana darbeyê û vir ve, fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde kirin.
Piştî tecrîda şidandî ya sal û çar mehan, negirtina agahiyan a ji dema hewldana darbeyê û vir ve, fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde kirin.
Piştî hewldana darbeyê ya di şeva 15'ê Tîrmehê de rû da, hat bihîstin ku balafirên şer di ser Girava Îmraliyê re firiyan e. Li ser vê yekê, daxwaza hevdîtineke lezgîn a li Îmraliyê hat kirin.
Welatiyên li Êlihê yên ji ANF'ê re axivîn bal kişandin ser zêdebûna fikarên xwe yên di vî warî de û dest nîşan kirin, ku yekane aktorê siyasî yê li Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare pêşî li darbeyê û şerê navxweyî bigire, Ocalan e.
DIVÊ MALBAT Û PARÊZER KARIBIN DERHAL PÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Esma Efeturk: Der barê şert û mercên tenduristî û ewlekariyê yên Birêz Ocalan de, ez jî mîna bi mîlyonan mirovî bi fikar im. Bi dîtina min, tecrîda şidandî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan wê rê li ber kaosên mezintir veke. Divê derhal bi parêzer û malbata xwe re karibe hevdîtinê bike. Her wiha divê heyeteke berfireh derhal biçe Girtîgeha Îmraliyê. Garantiya jiyana biratiyê ya gelên li Tirkiyeyê bi tenê Birêz Abdullah Ocalan e.
OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE
Ahmet Sevîm: Em Birêz Ocalan weke temînata aştiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dibînin. Di medya sîstemê de hat ragihandin, roja hewldana darbeyê hat kirin, darbekaran balafirek di ser Îmraliyê re dane firandin. Lewma em weke gel bi fikar in. Birêz Ocalan timî digot, hêza darbeyê wê sûdê ji pirsgirêkên nehatine çareserkirin werbigirin. Ji ber ku Birêz Ocalan li dijî darbeyê û darbekaran e, em bi fikarin ku zerar dabin wî. Divê heyetek karibe bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Kesên ku niha xwe weke xwediyê Tirkiyeyê dibînin jî di nav de, ti kes bi qasî Birêz Ocalan dostê gelê Tirk nîne. Ez îdîa dikim; dostê herî baş ê hemû gelan Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê, hêvîdar im wê careke din rêyên hevdîtina bi Birêz Ocalan re bên vekirin.
DIVÊ RÊYÊN DIYALOGÊ WERIN VEKIRIN
Necmî Dîlmaç: Ji xwe ji 5'ê Nîsanê û vir ve nedihiştin hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Em vê rewşê weke pirsgirêkek mezin dibînin. Ji bo hatina aştiyê, divê derhal bi Birêz Ocalan re rêyên diyalogê werin vekirin. Em nizanin bê di dema hewldana darbeyê de êrîşek li hemberî Birêz Ocalan hatiye kirin yan na. Di vî warî de em bi tirs û fikar in.