Bayik diyar kir, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Erdogan pêvajoya darbeyê da destpêkirin û qirkirin li ser Kurdan ferz kir. Bayik destnîşan kir, berxwedana xwerêveberiyê jî li dijî vê hat kirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameyek MED NÛÇE û darbeya sivîl a Erdogan, êrîşên topyekûn ên li hemberî tevgera azadiyê û gelê Kurd, nirxand.
Bayik bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên di şexsê Kobanê de li hemberî Şoreşa Rojava kir û got, "Di şexsê Şoreşa Rojava de xwestin tevahiya Şoreşa Kurdistanê, tevgera demokrasî, azadî û rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn tesfiye bikin. Lê belê, gelê Bakurê Kurdistanê di şexsê Kobanê de xwedî li Şoreşa Rojava derket. Erdogan û Tirkiye yên ev dîtin, gihaştin wê encamê ku heta şoreşa Bakur neyê tesfiyekirin, şoreşa Rojava nikarin tesfiye bikin."
Bayik destnîşan kir, ku dewleta Tirk tespîta, "Li pişt vê mezinbûna şoreşê Rêber Apo û şoreşa bakur heye" kir û taktîkên xwe yên êrîşê guherand.
Bayik got, "Biryar dan ku bi tesfiyekirina tevgera li Bakur a bi pêşengiya Rêber Apo re şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn tesfiye bikin. Lewma Davûtoglû ew axaftin kir. Ji xwe artêşa Tirk di çarçoveya vê fermanê de sîmulasyon û plana têkbirinê kir. Ev yek jî di 30'ê Cotmehê de pêşkêşî civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) kirin. MGK'ê jî ev plana şer qebûl kir û weke gava destpêkê, li hemberî Rêber Apo xist meriyetê. Erdogan dixwest şoreşê bifetisîne. Dixwest şer sor bike. Lê belê Rêber Apo li hemberî vê yekê dixwest Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêka Kurd jî di nav de hemû pirsgirêkan bi rêbaza demokratîk çareser bike. Di vî warî de diket nava hewldanan. Bi pêşengiya Erdogan, Tirkiyeyê biryara şer girt. Lewma ewilî berê xwe dan Rêber Apo û dest bi astengkirina hewldanên wî kir."
Bayik da xuyakirin, ku tecrîd jî bi vê rewşê ve girêdayî hat şidandin û got, "Erdogan bi redkirina Mutabaqaa Dolmabahçeyê, bi redkirina hebûna pirsgirêka Kurd, redkirina mase û muzakereyê, redkirina her du aliyan re, çareseriya pirsgirêkan û demokratîkbûn binpê kir. Di vir de darbeyek kir. Hemû hewldanên aştiyane û demokratîk binpê kir, şer ji nû ve da destpêkirin û piştre bi Ergenekonê re li hev kir."
EGER DI HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ DE BI SER KETIBÛYA, WÊ DI 8'Ê HEZÎRANÊ DE DARBEYEKE MEZIN A LEŞKERÎ BIKIRA
Bayik bal kişand ser şerê bi kontrol ê li hemberî HDP û hêzên demokrasiyê hat destpêkirin û got, "Van plan dikirin ku wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi ser bikevin. Eger di 7'ê Hezîranê de bikarîbûna pêşî li serketina HDP û hêzên demokrasiyê bigirta, ji xwe mutabaqat redk iribû, tecrîda li ser Rêbertî jî dabû destpêkirin û bi Ergenekoniyan re li hev kiribûn. Wê çaxê wê di 8'ê Hezîranê de darbeyeke mezin a leşkerî bidan destpêkirin û bi vê darbeyê derb li PKK'ê û gerîla bixista.
Plan ev bû. Lê belê ji 7'ê Hezîranê encamek ew ne li bendê bû derket. PiştÎ ku HDP bi 80 parlamenteran cihê xwe di parlamentê de girt, bêhn hat ber civakê û qada navneteweyî. Her kes kete nava bendewariya çareseriya bi rêbazên demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lê belê, ji ber ku rejîma netewe dewletê di 7'ê Hezîranê de hilweşiya, hêzên xwe ji vê rejîmê xwedî dikirin, ji ber ku ketin nava rewşeke xetere, hemûyan bi Erdogan re tifaq kirin."
PIŞTÎ HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ DARBEYA SIVÎL HAT KIRIN
Bayik destnîşan kir, ku van hêzan di bin navê rizgarkirina xwe û rejîmê de darbe kirin û got, "Bi rengê darbeya sivîl, di 7'ê Hezîranê de darbe kirin. Hemû faşîstan, MHP'yiyan, dewletperestên neteweyî, yên mîna Perînçek, Ergenekonî, Îslamiyên siyasî, nokerên Kurd, hemû alîgirên şer li dora Erdogan tifaq çêkirin. Bi vê yekê ve wê hem xwe hem jî rejîm rizgar bikira."
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTEK DAN ERDOGAN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku hêzên navneteweyî jî, derba AKP'ê di 7'ê Hezîranê de xwar ji xwe re weke firsendek dîtin û xwestin vê bi kar bînin. Bayik got, "Xwestin ji hin aliyan ve destekê bidin û bi vî rengî hîn bêhtir Erdogan bixin bin kontrola xwe. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO ye, NATO'yê jî xwest sîstema xwe biparêze."
BÛYERA SERÊKANIYÊ WEKE HINCETA ŞERÊ PLANKIRÎ HAT NÎŞANDAN
Bayik diyar kir, dewletê ji ber ku di wê demê de dît şerê bi kontrol encamê bi xwe re nîne, şerekî vekirî û bêkontrol da destpêkirin û got, "Hewl da sedemên vê bafirîne. Li Kobanê û Pirsûsê komkujî kir û piştre bûyera kuştina du polîsên Tirk li Serêkaniyê rû da. Hewl da nîşan bidin ku bûeyra li Serêkaniyê ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin. Bi vî rengî propagandaya 'PKK'ê pêvajoya çareseriyê qedand, polîs kuşt, li hemberî vê yekê mafê Tirkiyeyê yê parastina xwe heye' kir. ev yek kir hinceta şer. Wekî din, li Kîlîsê jî senaryoya 'qaşo DAIŞ'ê leşkerê Tirk kuştiye' afirand. Bi Amerîka re li ser Încîrlîkê li hev kir û piştre di 24'ê Tîrmehê de li hemberî tevgera me êrîşa herî mezin a hewayî da destpêkirin. Bi gotina Davûtoglû di nava şevekê de li 400 çeperên HPG'ê xist."
ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DESTHILATDARIYA ERDOGAN, KURD IN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, li pêşiya Erdogan astengiya herî mezin PKK û Kurd in û got, "Her timî hewl da vê astengiyê ji holê rake. Ji ber ku baş dizane, heta ku vê astengiyê ji holê raneke, nikare bi rehetî encama dixwaze bi dest bixe."
Bayik ragihand, li hemberî hemû êrîşên tinekirinê, Tevgera Azadiyê ya Kurd heta niha her tim mezin bûye û hîn bi xurtî derketine pêşiya wan û got, "Erdoagn derba destpêkê li Kobanê xwar. Halbûkî xewn û xeyala wî bû ku şoreşê tesfiye bike. Erdogan wê bi vî rengî bibûya lîderê Tirk û Îslamê. Lê belê ev nebû. Derba duyemîn jî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwar.
Dema hemû planên wî li ber avê çûn, rabû hemû qanûn, destûra bingehîn, qanûnên navneteweyî binpê kir, sûcên şer û mirovahiyê kir û li dijî Kurdan û PKK'ê êrîşeke mezin da destpêkirin. "
BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ DERKET HOLÊ
Bayik destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî vê plana têkbirinê bi xwerêveberiyê bersiv da û got, "Xweparastin, xwerêveberî pêngava xweparastina li dijî qirkirinê, bidestxistina azadiya xwe û ewlekirina siberoja xwe bû. dema ev plana têkbirinê jî pûç bû, derba sêyemîn jî ji vir xwar."
Bayik anî ziman, berxwedana xwerêveberiyan, bersivek li darbeyê bû û bi vê yekê ve hat xwestin, ji Kurdistanê were destpêkirin û Tirkiye were demokratîkkirin.