Can: Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can da xuyakirin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê hêzên çep û demokratîk kolanan ji faşîstan re nehêlin û got, "Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike."
MAXÎME AZADÎ
SILÊMANIYE
în, 22 tîrmehê 2016, 09:36
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can da xuyakirin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê divê hêzên çep û demokratîk kolanan ji faşîstan re nehêlin û got, "Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike."
Can, ku yek ji beşdarên konferansa "Di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de aştî û aramiya li Rojhilata Navîn" e, hewldana darbeyê û pêvajoya piştî wê ji ANF'ê re nirxand.
Can di destpêka axaftina xwe de got, "Dema me Hewldana 78'an ava kirin, polîtîkaya me ya bingehîn hewldana ji bo darizandina darbekaran bû" û destnîşan kir, ku li ser vê bingehê ew hemû darbeyan şermezar dikin.
Can da xuyakirin, ku darbe çareserî nîne û got, "Divê vê yekê jî bêjim. Ev darbe darbeyeke navxweyî ye. Bi dîtina min, berevajî îdîayan ev darbe ne ya cemaata Fethûllah Gulen e. Ev ne darbeyeke bi vî rengî ye. Ev darbe ji aliyê hêzek li nava artêşê, ku hê kevneşopiya Kemalîst didomînin, bi wê zîhniyetê ve girêdayî ye, faşîstên Ataturkparêz in. Bêguman Fethûllahî jî di nav de hene. Dibe ku hin çepgir jî di nav de hebin. Lê bi giranî darbeya vê hêzê ye."
'DU HÊZÊN LI HEMBERÎ KURDAN ŞER DIKIN, BI HEV KETIN'
Celalettîn Can bibîr xist, ku beriya hewldana darbeyê hikûmetê bi giranî xwe dispart polîan u got, "Hikûmeteke xwe dispart polîsan û tîmên taybet. Berê van hemûyan dan Kurdan. Bi wan êrîşî Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê kirin. Dema ku ev tîmên taybet ên polîsan têrê nekirin, vê carê artêş xistin dewrê. Artêşa ku niha darbe kir. Wan jî êrîşî Kurdan kirine. Ev her du hêzên li Kurdistanê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd şer dikin, niha bi hev ketine. Rastî ev e. Eger AKP bi rêy apolîsan bi ser ketibûya û bi rêya artêşê tevger bitepisanda û bi desteketiyeke mezin biqedanda, ez bawerim kesî ev darbe nedikir. Xuya ye ev her du hêzên di şerê li dijî Kurdan de bi ser neketin, bi hev ketine."
DARBEYA ERDOGAN HÊ NEQEDIYA YE, WÊ JI VÊ REWŞÊ SÛDÊ WERBIGIRE
Can bibîr xist, ku beriya hewldana darbeyê ya artêşê, Tayyîp Erdogan bi xwe darbe kiribû û got, "Piştî ku yên di nava artêşê de hewl dan darbeyê bikin, ser vê darbeya Erdogan hat girtin. Lê belê darbeya Tayyîp Erdogan hê neqiya ye. Erdogan wê ji vê sûdê werbigire û darbeya xwe bibe serî."
LEŞKER WÊ JI BER SÛCÊN XWE YÊN LI KURDISTANÊ NEYÊ DARIZANDIN
Can da zanîn, ku leşker, efser û generalên di çarçoveya hewldana darbeyê de hatine binçavkirin piraniya wan li Kurdistanê sûc kirine û got, "Hemû sûcên li Kurdistanê hatine kirin, sûcên artêşê ne. Serokê Fermandariya Giştî yê li cem Tayyîp disekine, ew jî di nava vî karî de ye. Yê ferman daye Tayyîp Erdogan e û hevparê sûc e. Her wiha dema mijar dibe kurd, xetên sor ên dewletê derdikevin pêş. Wê ji ber sûcên li Kurdistanê kirine neyên darizandin. General wê ji ber van sûcan neyên darizandin."
'YÊ KOLANAN WINDA BIKE, WÊ HER TIŞTÎ WINDA BIKE'
Can bal kişand ser xwepêşandanên piştî hewldana darbeyê hatin kirin û ev nirxandin kir: "Bi dîtina min, di kêliya destpêkê de daketina kolanan, dikarîbû weke desteka ji bo darbeyê jî bihata fêmkirin. Dikarîbû weke desteka ji bo darbekarê din Erdogan jî bihata nirxandin. Wekî din, li kolanan daxwaza îdamê dihat kirin û dengê herî kêm ê mûxalîf jî dihat tepsiandin. Girseyeke gelekî hêrs û har hebû li kolanan. Rewşek ji provokasyonan re vekirî bû. Lê belê em ê kolanan ji van re nehêlin, divê em ji wan re nehêlin. Ji xwe ev yek mîna bayekî ye, wê bibihure. Girseya AKP'ê ne girseyeke ku xwedî çanda demokratîk e, ne girseyeke ku kolanan ji bo armancên demokratîk bi kar bînin e. AKP'yî yanî rêveberên wan nikarin derkevin kolanan. Piraniya yên daketin kolanan girseya AKP'ê jî nîne. Derdorên herî faşîzan, herî paşverû ne. Ev pêlek e, wê bibihure. Lê belê divê em ji sedî sed dakevin kolanan. Bi bahaneya darbeyê wê operasyonên mezin bikin. Wê bêhtir bi ser Kurdan ve biçin. Wê hewl bidin rewşa antî demokratîk heta ji wan bê, serdest bikin. Li hemberî her gaveke antî demokratîk a van, divê em dakevin kolanan, bi şêweyên dewlemend ên têkoşînê helwestê, nerazîbûnê nîşan bidin. Di vî warî de divê em dayîna berdêlan jî bidin pêş çavên xwe. Yê kolanan winda bike, wê her tiştî winda bike."