Li Minbicê 16 çete hatin kuştin

Li taxên rojhilat û rojava yên bajarê Minbicê 16 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Operasyona 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' a şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di 1'ê Hezîranê de ji bo rizgarkirina bajarê Minbice hat destpêkirin, di roja 52. de ye.

Li taxa El-Benawî a li rojavayê taxa El-Hezawnê ye, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 12 çete hatin kuştin û cenazeyên 4 ji wan li herêma di bin kontrola şervanan de man. Her wiha maşîneke çeteyan jî hat rûxandin.

Di şerê li rojavayê bajêr de 4 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Berê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li navenda bajêr e û her bi pêş ve diçin.