Kesayetekî Apoyî: Hisên Çawiş
Ji Rojava heta çiyayên azad û zîndana Amedê jiyaneke di oxira şoreşê de hatiye fedakirin: Herekolê hevrêyan, Hisên Çawiş ê gelê xwe. Mîna temamiya jiyana wî, şehadeta wî jî bû banga dilsoziya bi nirxên şoreşê re.
Ji Rojava heta çiyayên azad û zîndana Amedê jiyaneke di oxira şoreşê de hatiye fedakirin: Herekolê hevrêyan, Hisên Çawiş ê gelê xwe. Mîna temamiya jiyana wî, şehadeta wî jî bû banga dilsoziya bi nirxên şoreşê re.
Şoreşgerê 33 salan Hisên Çawiş ku di nava Şoreşa Rojava de xwedî kedeke mezin e, di salvegera 4. a Şoreşa Rojava de, di 19'ê Tîrmeha 2016'an de ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Çawiş ê li mintiqeya Koçera ya bajarê Dêrikê ji dayik bû, di 21'ê Tîrmehê salvegera roja rizgarkirina Dêrikê de hat veşartin.
Hevalê wî yê têkoşînê Îbrahîm Koçer qala Hislên Çawiş dike: "Li cihê ew lê bû, timî Apoyî bi ser diket. Kesayetiyeke xwe ya Apoyî hebû. Di kesayetiya xwe de hemû fezîleta Apoyî li hev civandibû. Gelekî dilnizm bû."
Hisên Çawiş, yek ji kesên destpêkê bû ku ji Rojavayê Kurdistanê ji zanîngehê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1983-84'an de li Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas dike. Di sala 1985'an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bû. Hisên Çawiş piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bû navê Herekol li xwe kir. Di nava Tevgera Azadiyê de bû yek ji rêveberên destpêkê yên Rojavayî.
Di sala 1989'an de li Engîvera Dêrika li binê xetê, tevî komek ji hevalên xwe ket kemînê û şer kir. Di vî şerî de 3 hevalên wî şehîd ket. Hisên Çawiş bi birîndarî heta dawiyê şer kir û endamên din ên komê rizgar kir. Lê ew bi birîndarî hat girtin. Li tabûreke li Cizîra Botan îşkenceyeke giran lê hat kirin û hewl hat dayîn vîna wî were şikandin. Li hemberî pêkanînên wehşî yên îşkencekaran bi xurtî li ber xwe da û hemû hewldanên wan pûç kir.
Hisên Çawiş 12 salan li zîndanê li qadên bîrdozî, nivîskî û rêveberiyê bi roleke mezin rabû. Ji organên çapemenî weşanê yên li Tirkiye û cîhanê re nivîsên bi Tirkî, Erebî nivîsand; kovar derxist. Piştî ku ji zîndanê derket vegeriya Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku salekê li Rojavayê Kurdistanê ma careke din berê xwe da çiyayên azad. Di wê demê de gelek karên bîrdozî meşand. Li dijî tesfiyekariya sala 2003-2004'an ku weke aliyekî komploya navneteweyî rû da, Hisên Çawiş têkoşîneke xurt meşand.
Di sala 2010'an de piştî ku pêvajoya bi navê 'Bihara Ereb' destpê kir, li Sûriyeyê vegeriya û dest bi amadekariyên Şoreşa Rojava kir. Li Rojavayê Kurdistanê, li gelek herêman geriya, civîn lidar xist û gel ji şoreşê re amade kir. Hisên Çawiş di rêxistinbûyîna hêzên xweparastinê YHK a beriya YPG'ê û di dema avakirina YPG'ê û pêşvebirina wê de roleke mezin lîst. Her kesên wî nas dike, Hisên Çawiş bi gotina 'Kesayetê Apoyî' pênase dike. Hisên Çawiş di tevahiya emrê xwe de bi kedkariya xwe, tevkariyeke mezin li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kir.
'BI KESAYETIYA XWE YA APOYÎ BANDOR LI HER KESÎ DIKIR'
Hevalê wî yê dema zarokatiyê Îbrahîm Koçer, bi vî rengî qala taybetmendiyên Hisên Çawiş dike: ."Li cihê ew lê bû, timî Apoyî bi ser diket. Xwedî kesayetiyeke Apoyî bû. Di kesayetiya xwe de hemû fezîleta Apoyî li hev civandibû. Gelekî dilnizm bû. Di emrê xwe yê têkoşînê de timî pêşeng û rêveber bû. Li Rojava her kesî wî nas dikir. Dema mirov ew di nava komekê de didît, ji ber helwesta xwe ya sade, nedizanî bû ew Hisên Çawiş e. Lê belê dema daxivî, bi taybetmendiyên xwe yên pêşeng yekser dihat naskirin. Axaftina wî bi giranî felsefîk bû. Her wiha dengekî xwe yê gur hebû û bandor li mirovan dikir.
Bi gelên cuda re, bi zimanên wan sohbet dikir û ew tevlî nava têkoşînê dikir. Tevkariyeke mezin li têkoşîna hevpar û hewldana afirandina jiyana hevpar a gelan kir. Bi zarok re zarok, bi ciwanan re ciwan, bi extiyaran re extiyar bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dida naskirin û hezkirin. Yek ji fermandarên mezin ên Şoreşa Rojava bû. Zêdeyî salekê li akademiyên YPG'ê fermandar bû. Bi danehevî, tecrûbe û kesayetiya xwe ve mirov perwerde dikir. Şervanên ji gelên cuda jî perwerde kir. Kê navê Hisên Çawiş dibihîst, gelekî kêfxweş dibû."
Îbrahîm Koçer da xuyakirin, ku Çawiş di pêngava rizgarkirina Dêrikê de bi roleke mezin rabû û bibîr xist, ku Çawiş di 21'ê Tîrmehê salvegera paqijkirina Dêrikê ji rejîmê de li Dêrikê hat veşartin.