Şervanê YBŞ'ê: Ev ferman bi destê Barzanî hat kirin
Şervanê YBŞ’ê Ezîz Şengalî bibîr xist, ku fermanên beriya niha bi destê Osmaniyan bi serê wan ve hatine, lê vê carê ferman bi destê Barzanî wan rabûye.
Şervanê YBŞ’ê Ezîz Şengalî bibîr xist, ku fermanên beriya niha bi destê Osmaniyan bi serê wan ve hatine, lê vê carê ferman bi destê Barzanî wan rabûye.
Şervanê YBŞ’ê Ezîz Şengalî bibîr xist, ku fermanên beriya niha bi destê Osmaniyan bi serê wan ve hatine, lê vê carê ferman bi destê Barzanî wan rabûye.
Şervanê YBŞ’ê Ezîz Şengalî di dema fermanê de cihê xwe di nava şer de girtiye. Şengalî wan rojên bi êş ji ANF re vegot.
"Ev ferman bi xiyanetê çêbû û ferman jî bi destê partiya wê demê parastina gelê me dikir û qaşo pêşmerge em di parastin, lê reviyan. Di encama revîna wan de keç û jinên me ketin destê DAIŞ'ê. Ez dikarin bêjim, şerefa xwe firotin û ev rastiyeke.
EV NE CARA YEKEMÎN E BARZANÎ ŞEREFA XWE DIFIROŞE
Berî fermanê mehekê Mesûd Barzanî bi xwe hat ser radyoya Kurdistan Şengal, ji gel re got 'bê xem bin em nahêlin tiştek li we were', lê dema ferman li ser me rabû, em hemû koçber bûn û gelê me hate qetil kirin, keç û jinê me hatin tecawiz kirin. Em dixwazin bêjin ev ne cara yekemîn e Barzanî şerefa xwe difiroşe. Ji roja ku PDK hatiye avakirin heya roja îro xiyenetê li gel dikin. Niha jî Barzanî dixwaza dîsa desthiladariya xwe li ser Şengalê bide meşandin, lê em vî tiştê qebûl nakin.
Ji ber îro hêza me YBŞ û YJŞ hatiye avakirin. Hêza me ya leşkerî wê pêşiya van siyasetên qirêj bigire. Wek şervanên YBŞ îro em parastina gelê xwe dikin. Ti hêz li Şengalê weke YBŞ û YJŞ'ê li ber xwe neda. Me gelek şehîd û birîndar û kedek mezin daye û ev rastiyeke. Lê îro pêşmerge tê xwe li Şengalê de bi cih dike û dibêje me Şengal rizgar kiriye. Em ê biparêzin, em kesekî din qebûl nakin û em ê pêşa vî tiştî bigirin. Li Şengalê çend partî hene dibêjin em ji bo Êzîdxanê kar dikin û wisa binav kirine. Lê di bingehê xwe de ji bo cihên din kar dikin û dixazin milet bixapînin. Lê me pêşiya vî tiştî girtiye. YBŞ û YJŞ her kes dizane kî ye û çawa li ber xwe dide. Ev berxwedan wê heta serketina Êzîdxanê wê dewam bike.
EM ÊZÎDXANEKE AZAD DIXWAZIN
Bi destê Osmaniya gelek ferman ser me de rabû, lê ev ferman bi destê Barzanî û Erdogan hat serê me. Pêwîste em li Êzîdxanê xweser û azad bijîn, bê desthiladariya kesên ji derve. Îro Meclîsa me, YBŞ û YJŞ û hêza Yekîneyên Taybet ên Êzdixanê û Asayîşa me heye. Îro her tiştê me heye ji bo parastin û pêşeroja Êzîdxanê. Em dixwazin îro li Êzîdxaneke azad bijîn. Em ê li Şengalek azad bijîn û em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin. Em ê wan keçan ji destê wan kafiran derxînin.
Em îro pişta xwe bi kesî germ nekin, nabêjin bila AmerÎka u Barzanî piştgiriya me bike. Îro îradeya me heye, em ê bi xwe bikin, em bi xwe bawerin. Îro kî Şengalê diparêze û nahêle DAIŞ were û kî li hember partiyên desthiladar derdikeve ji dervî YBŞ û YJŞ kesek nîne.
WÊ ROJEKÊ PDK JI ŞENGALÊ DERKEVE
Em dibêjin pêşmerge çiqas cihê xwe li Şengalê bigirin jî wê her rojekê derkeve û dawiye wê nemayîn e. Şengal ne ya kesekî ye. Şengal a Êzîdxanê ye, ya gelê bindest e. Niha pêşketine mezin li nav gel çêbûne. Keçên Êzidî tên tevlî dibin li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Beriya fermanê wiha nedihatin dîtin. Gotinê ne baş li jinên Êzidî dihatin gotin lê berxwedana wê li fermanê û şerê jinê Êzidî ev tişt hemû vala derxist.
Dema ferman rabû, ez li Rebîa bûm, me baxçe çandibûn, min li wir kar dikir. Dema fermanê ez hatim gundê Dîgorê, piştî çend rojan YPG hat em jî bi hevalan re tevlî bûn. Di dema fermanê de YPG jî beşdarî hemlê bûn. Wê demê YPG kêmahî nekir û gelê Rojava jî tişta ket ser milê wê kir û em bi wesayîtên xwe ji Şengalê birin Rojava.
JI DERVEYÎ ŞENGALÊ ME WELAT NÎNE
Em hatin me xwe da milê çiyê, wê demê DAIŞ ketibû derdorê çiyê. Ji derveyî gundê Dîgor û çend gund destê me de bû. Nêzîkî du heyva em wisa man. Derfetên me gelek kêmbûn û li gorî wan derfetan hevalan gelê me diparastin. Dema ku YPG û HPG hatin, piştre gundê bakurê çiyayê Şengalê hatin rizgarkirin. Em jî hatin ketin wan gundan.
Piştî ku ev ferman li ser me rabû, nû me ji xwe fêm kiriye. Piştî fermanê bi tevlîbûna nava refên YBŞ û YJŞ me dost û dijminê xwe nas kir û em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em carek din desthilatdariyê qebûl nakin. Ez ji gelê me re dibêjim vegerin ser axa xwe, ser şerefa xwe, şerefa mirov ax û welatê mirovan e. Nabe birevin li Ewropa û li her çar parçên Kurdistanê. Ji bo wê daxwaza me ew e ku vegerin ji ber ji dervey Şengalê me ti der nînin. Pêwîste em vê axê biparêzin, nehêlin carek din bikeve destê dijminan û em bes deshiladariyê qebûl bikin. Lê hinek ji milet dibêje her ax ji me re namîne. Mirovên li ber xwe nede ti axa wî nîne. Mirovên dibêje ji welatên din bên me biparêzin ev ne raste. Pêwîste mirov îradeyeke wî hebe, xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Ji bo fermaneke din bi ser gelê me ve neyê."