KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KNK: Di salvegera 4. de Şoreşa Rojava bi rengekî serketî dewam dike
KNK, salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û destnîşan kir, ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf ve bi rengekî serketî dewam dike. -
Şoreşa Rojava xwe dispêre keda bi dehan salan
Hevserokê Meclîsên Gel ên TEV-DEM'ê Ahmed Şêxo got, li pişt Şoreşa 19'ê Tîrmehê keda bi dehan salan heye û destnîşan kir, ku piştî Ocalan derbasî Rojava bû, bingeha şoreşa Rojava hatiye danîn. -
Nûçegihanê Ronahî TV şehîd ket
Nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed, ku di dema şopandina operasyona Minbicê de ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Başûrê Kurdistanê, Konferansa li ser perspektîfên Ocalan
Konferans ji aliyê Akademiya Siyasetê û Ramanê Demokratîk a navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye, tê organîzekirin. Konferans wê îro li Palas Otel a li Silêmaniyeyê destpê bike. -
Derba giran li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin: 111 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê îro ber destê sibehê saet di 04:00 de, ji 3 baskan ve êrîşî Minbicê kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan çeteyan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 111 çete hatin kuştin. -
Li Dusseldorfê mîtînga ji bo Ocalan
Kurdên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li hev civiyan, fikarên xwe yên li ser rewşa Ocalan bilêv kirine û xwestin, di vî warî de derhal hewldanek bê kirin. -
Di teqîna li Nisêbînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, duh êvarê teqînekê rû da. Di encama teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan. -
'Şoreşa Rojava mirovahiyê û Rojhilata Navîn ronî dike'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, Şoreşa Rojava mirovahiyê û Rojhilata Navîn ronî dike û got, vê berxwedanê têkoşîna gelê Kurd ji cîhanê re vegotiye. -
8 kesên ku ji bo Pirsûsê belavok belavkirin hatin binçavkirin
Ji 8 kesên ku 3 jê jin li ketina Kolanan Sanat a li semta Ofîs a Yenîşehîrê ku ji bo Pirsûsê belavok belav dikirin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
DBP: Divê malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin
DBP: Divê hikûmet li gorî berpirsyariya xwe û derbaskirina fikaran tevbigere, bi lezgîn rê bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. -
Şerê piştî êrîşa çeteyan destpê kir berdewam dike
YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan a li bajarokê Eyn Îsa, Şêxler û Kobanê dewam dikin. -
‘Pêwîst e parêzer û malabata Ocalan demildest biçin Îmraliyê’
Li Wanê nûnerên saziyên civaka sivîl û hiqûqnas, xwestin ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e demildest têkîldarî rewşa Ocalan raya giştî bê agahdarkirin, parêzer û malbata Ocalan hevdîtinê bikin. -
HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyanî da
HGP’ê, têkildarî encamên şer û çalakiyên ku li Mêrdîn, Dersîm û Agiriyê hatin lidarxistin agahî dan. -
KCK: Têkoşîna me ya duh wê îro jî bi hemû biryardariyê bidome
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Heta ku Tirkiye demokratîk nebe û pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê têkoşîna Tevgera me ya Azadiyê bi gelek rê û rêbazan dewam bike û ji duh zêdetir bi hemû biryardariyê wê îro jî dewam bike.” -
11 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin
Şervanên YPS/YPS Jinê di çalakiya Sêrtê de 11 çeteyên Qesrê kuştin, 2 wesayîtên zirxî bi temamî îmha kirin. Di çalakiyan de 3 pêgerên hewayî yên keşfê yên bi tîpa Drone hatin xistin, 4 jî hatin derbkirin. -
‘Şoreşa Rojava li Rêber Apo, gelên me û tevahî mirovahiyê pîroz be’
KCK: Em bawer dikin ku li ser esasê Federasyona Sûriyeya Demokratîk wê Şoreşa Rojava tevahî Sûriyeyê demokratîk bike, li ser vî bingehî em tevahî gelên di nav vê têkoşîna dîrokî de cih digirin bi coşa xwe ya şoreşgerî pîroz dikin. -
'Şewat bi destê leşker û cerdevanan hat derxistin'
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û KCD’ê li ser bûyerên li Licê qewimîn raporek amade kirin. Li gorî raporê, ku gotinên şahidan jî cih girtin, şewat bi destê leşkerên Tirk û cerdevanan hatiye derxistin. -
Cenazeyên 4 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên di Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hatin veşartin. -
Balafirgeha Erhaçê hat girtin
Balafirgeha Erhaç a Meletiyê, li seferên balafirên sivîl hat girtin. -
Leşkerên Tirk 2 welatiyên Rojava birîndar kirin
Leşkerên Tirk, 2 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ku birayên hev in, birîndar kirin. -
Ocalan Îso: Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê pêk hat
Cîgirê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê û serhildana Qamişlo ya sala 2004'an pêk hatiye. -
Leşkerên Tirk jina 55 salî qetil kirin
Leşkerên Tirk li bajarokê Xirvatê yê navçeya Gevera Colemêrgê, jina 55 salî Surmî Înce qetil kirin. -
'Rojava gava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e'
PAJK'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, vê şoreşê pêvajoyeke demokratîkbûnê li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, ku vegera ji vê pêvajoyê nîne. -
Şerîf Goyî: Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bûye hêvî û bawerî
Têkildarî salvegera Şoreşa Rojava endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî daxuyanî da û got; "Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bûye bawerî û hêvî." -
'Sîstema Federasyona Demokratîk dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike'
Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş diyar kir, projeya feerasyonê li ser bingeha pêwîstiyên gel hatiye amadekirin û destnîşan kir, ku li gorî tecrûbeyên wan, sîstema federasyona demokratîk wê hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike.