Koordînasyona Giştî ya YPS’ê encama çalakiya li Sêrtê eşkere kir. YPS’ê diyar kir ku 15’ê Tîrmehê saet 03.00’an li navenda Sêrtê li dijî çeteyên Qesrê yên li Lojmanên Rojhilat ên Qişlayê, Girê Guvenlîk, Serê Zinê û Qereqola Yenî Mahalle çalakî li dar xistine, encamên lêdanên bibandor nehatine zelalkirin.
YPS’ê destnîşan kir ku ber bi danê sibehê saet 05.00’an wesayîtek zirxî ya Akrep hedef girtine, bi lêdanên bibandor ve ew bêkêr kirine. Hate gotin ku hejmara kuştiyên çeteyên Qesrê nehatiye zelalkirin.
Di daxuyaniya YPS’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“Dîsa li vir wesayîtek zirxî ya Kobra jî bi roketan hatiye rûxandin û 2 POH hatine kuştin.
Danê sibehê saet 07.30’an di çalakiya yekîneyên me yên YPS-JIN’ê de wesayîtek panzer hate rûxandin.
Heman rojê piştî nîvro saet 15.00’an hêzên me bi roketan li çeteyên Qesrê dan ku nêzî 20 kesan bûn û li derdora wesayîta zirxî ya Kobra kom bibûn. Ji van 7 hatin kuştin. Di van çalakiyan de 3 pêgerên hewayî yên keşfê yên bi tîpa Drone hatin xistin, 4 jî hatin derbkirin.
Domahiya 2 rojan, çeteyên Qesrê nikarîbûn bi ti awayî destwerdanê li ser taxên Serê Zînê, Ûlûs, Înonu û Cûmhûriyetê bikin.
Di çalakiyên sûîqestê de ku li Tepê Serê Zînê û Guvenlîk, Tepê Şêx Kurkê hate lidarxistin 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.”