KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sêrtê ‘qedexeya kolanan’ hate îlankirin
Walîtiya Sêrtê li hin nuqteyên bajêr ‘qedexeya kolanan’ îlan kir. -
HPG’ê lê da: Gelek çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Çewlikê çalakî li dar xistiye û gelek çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Çekên AKP'ê bi qemyonan şand, li Minbicê hatin dîtin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê û tunelek çeteyan dîtin. Di nava van çekan de çekên agiravêj ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên çêkirin jî hene. -
Mistefa Xoxê: Li Başûr krîz bi yekîtiya navxweyî û guherîna hişmendiyê çareser dibe
Siyasetmedar Mistefa Xoxê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, krîza Başûrê Kurdistanê ji pergala dij-demokratîk a destpêka salên 90’î tê û got, "Ji bo çareserî pêk were, hişmendî li ser hîmê demokrasiyê divê ji nû ve were sazkirin." -
Gerîla: Em ê berxwedanê bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi ser bixînin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an de, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr anîn. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Daquqê êrîşî pêşmergeyan kirin
Çeteyên DAIŞ’ê derengiya şevê li Daquqê êrîşî pêşmergeyan kirin. Di vê êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, yek jî bi giranî birîndar bû. Di encama şerê li vir de êrîşa çeteyan hat şikandin. -
Jina Êzidî ya ji nav lepê DAIŞ'ê rizgar bû çîroka hovîtiyê vegot
A.K diyar kir berpirsê komkujiya ku bi serê civaka Êzidî de hatî û sedema ku jinên Êzidî li bazaran hate firotin PDK ye û 2 salên êsîrbûnê yên di nav lepên DAIŞ'ê de, piştî ku bi alîkariya hêzên YPG'ê û QSD'ê rizgar bû, ji ANF'ê re vegot. -
Avesta: Heqîqeta PKK'ê ruhê Kemalan e
"14'ê Tîrmehê ji bo me tekoşînek û serbilindahiyeke mezin e, banga berxwedanê ye, banga pêngaveke nû ye. 14 Tîrmehê êdî ruhê tevahî gelên Kurdistanê ye." -
'Yên li kampa Dûmizê sûc kirine, divê werin cezakirin'
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn ji ANF'ê re axivî û xwest, kampa Dûmizê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were lêkolînkirin, berpirsyar werin darizandin û cezakirin. -
Li Sêrtê 3 tax hatin dorpêçkirin
Piştî çalakiya bi roketan a duh bi şev li hemberî qereqola polîsan û leşkergeha li Sêrtê hat lidarxistin, 3 taxên bajêr hatin dorpêçkirin. -
Cenazeyê Sûltan Irmak li Farqînê hat veşartin
Cenazeyê Sûltan Irmak, ku li jêrzemîneke li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, duh bi şev li Farqînê hat veşartin. -
Li Wanê operasyona leşkerî
Li bejahiya navçeyên Şax û Miksê yên Wanê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kir. -
'We Kulter bi saxî girtin, em wî bi saxî dixwazin'
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk ên windakirina mirovan dan û xwestin, Hûrşît Kulter bi saxî were teslîmkirin. -
PYD'ê komkujiya li Fransayê şermezar kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê pêk hat, şermezar kir û sersaxî ji gel û hikûmeta Fransayê re xwest. -
Êrîşên li Farqînê dewam dikin
Li Farqînê, hejmara mirovên di serdegirtinên malan ên ji ber operasyona ev 2 roj in dewam dikin de hatin binçavkirin, gihîşt 15 kesan. Liv û tevgera leşkerî a li gundan dewam dike. -
Gerîla TV bi dîmenan derewên dewleta Tirk radixe pêş çavan
Gerîla TV, dîmenê çalakiyên roja 8'ê Tîrmehê li hemberî leşkerên Tirk ên li Xapuşkê û Zeyte yên li xeta Şemzînan-Oremarê pêk anîn, weşand. -
Kaya: Gelê Nisêbînê vîneke dîrokî nîşan da
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya êrîş û berxwedana li Nisêbînê nirxand, ku ev pênc meh in dewam dikin û got, gelê Nisêbînê vîneke dîrokî nîşan da. Kaya ji bo xurtkirina piştgiriyê careke din bang kir. -
Li Kerkûkê semînera li ser ruhê 14'ê Tîrmehê
Li navçeya Daquq a Kerkûkê, bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an, semînerek hat dayîn. -
Gerîlayan îşev li Sêrtê lê dan
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li hemberî leşkergeha artêşa Tirk û qereqola polîsan ên li Sêrtê, bi roketan çalakiyek pêk anîn. -
Dewlet li Mêrdînê di nava panîkê de ye: Li 22 gundan derketina derve hat qedexekirin
Li navenda Mêrdînê, navçeyên Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî, li 22 gundan derketina derve hat qedexekirin. -
'Şoreşa Rojava garantiya gelên Sûriyeyê ye'
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan Telo destnîşan kir, ku li Rojava şoreş di nava şoreşê de pêk tê û got, ev yek ji bo afirandina civakeke demokratîk û azad gelekî girîng e. -
Omerî: Ez bi moralê dîtina Ocalan a berî 21 salan dijîn
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Omerî diyar kir, hevdîtina berî 21 salan a bi Ocalan re hê jî bandorê li wî dike. -
Li Wanê ciwanan bersiv dan êrîşên polîsên Tirk
Li kolana Kûmrû ya Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Îpekyolûya Wanê, mabeyan komek ciwan û polîsên Tirk de şer qewimî. -
Gerîlayê HPG’ê Yagmûr ber bi rêwîtiya dawî hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Yahya Yagmûr (Bîrhat Feraşîn) li gundê xwe ber bi rêwîtiya dawî hat verêkirin. -
Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Li Qoserê 3 kes bi hinceta “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.