Omerî: Ez bi moralê dîtina Ocalan a berî 21 salan dijîn
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Omerî diyar kir, hevdîtina berî 21 salan a bi Ocalan re hê jî bandorê li wî dike.
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Omerî diyar kir, hevdîtina berî 21 salan a bi Ocalan re hê jî bandorê li wî dike.
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Hesen Omerî diyar kir, hevdîtina berî 21 salan a bi Ocalan re hê jî bandorê li wî dike. Omerî ev hevdîtina xwe ji ANF'ê re vegot.
Omerî diyar kir, di hevdîtina beriya 21 salan de qîmeta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dida gel û mirovan gelekî bandor lê kiriye û destnîşan kir, sîstema federal a demokratîk û Meclîsa Biratiya Gelan xwe dispêrin felsefeya Ocalan.
ŞÊWEYÊ JIYANÊ Û RÊBAZA PKK'Ê BANDOR LÊ KIR
Omerî da zanîn, di emrê xwe yê ciwantiyê de sempatiya wî ji rêxistineke çep re hebû û anî ziman, di salên navîn ên 1980'î de êdî li Cizîrê her kes li ser Apoyiyan daxivîn û wî jî PKK nas kiriye. Omerî diyar kir, rêbaza têkoşînê û pîvanên jiyanê yên kadroyên PKK'ê bandor lê kirine û got, "Ji ber ku gotin û pratîka PKK'ê yek bû, xwe gihand roja îro. Ez ne ji gotinên PKK'ê, ji encam û pratîka PKK'ê qanih bûm. Piştî ku min PKK nas kir, min fêm kir bêçi şaş e, çi rast e, kî li dû çi hesabî ye."
DÎTINA OCALAN
Tevî ku demeke dirêj di nava karên welatparêziyê de xebitî jî Omerî di sala 1995'an de derfet dît ji bo biçe serdana Ocalan. Omerî got, "Ji ber coş û kelecanê, me nizanîbûn em çawa diçin" û bi van gotinan dîtina Ocalan vegot:
"Min ji xwe re got, ji bo ez karibim Rêbertî baş bişopînim û nas bikim, ez ê li cihekî gelekî nêzî wî rûnêm. Dema em ber bi wî ve çûn, ez li kursiya herî nêzî wî rûniştim. Bi komekê, ji bo dîtina Rêbertî em ji Qamişlo bi otobusekê çûn Şamê. Li Şamê bi wesayîtan em li nava malên dostan hatin belavkirin. Lê belê ji ber ku em çûbûn dîtina Rêbertî em gelekî bi heyecan bû, lewma li mala em lê nedihat bîra me em tiştekî bixwin an jî bêhnê vedin. Danê sibehê em ji wir girtin û birin cihê Rêbertî lê bû. Rêbertî em li ber derî pêşwazî kir, em hemû hembêz û maçî kir.
Piştî ku li rewşa me pirsî vegeriya û got, 'Hûn dizanin îro çi ye? Hûn di rojeke gelekî watedar de hatin'. Me ev gotinên Rêbertî fêm nekiribûn. Ya rast, ji ber kelecanê me ji bîr kiribû bê kîjan roja mehê ye. Rêbertî got, 'Îro rojeke dîrokî ye'. Em bêhtir bi coş bûbûn.
Piştî ku Rêbertî got, 'Îro salvegera Berxwedana Zîndana Amedê, salvegera 14'ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin e' û qala girîngiya dîrokî ya vê berxwedanê kir. Û da zanîn, ku ji bo xwedîderketina li vê têkoşîn û vîna berxwedanê, Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye kirin. Li ser Kurdistanê nirxandineke berfireh kir. Min gelekî bala xwe dida nirxandinên wî. Her ku Rêbertî qalê dikir, xwîna di bedena min de hê bi leztir diherikî.
Heta wê rojê min bi tenê Rêbertî bihîstibû. Wê rojê min sozek da xwe û got, 'Eger jiyanek wê hebe, divê ev jiyan li ser şopa Rêbertî be'. Ev 21 sal in, meşa min li ser vê bîr û baweriyê dewam dike.
Rêbertî piştî ku nirxandina xwe kir, ji me pirsî bê pirsên me heye yan na. Hin ji koma me, ku malbatên şehîdan jî di nav de hebûn, nirxandin kir û hin rewş ji Rêbertî re ragihandin. Rêbertî li her tiştî guhdarî kir. Bersiv da hinek ji wan, ji bo hin mijaran jî got, em ê li ser bisekinin.
'RÊBERTÎ: EV NIRX E, DIVÊ EM QÎMETA HER TIŞTÎ ZANIBIN
Ji bo me, sifreyek berfireh amade kiribû. Ji ber ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêbertî hebû, doktoran diyet danîbûn pêşiya wî. Li pêş Rêbertî bi tenê tasek ji şorbeyê hebû. Li dora sifrê, nêzîkatiyeke Rêbertî gelekî bala min kişandibû. Hûrikê nan û hebên birincê yên li ser sifrê weşiya bûn, bi tiliya xwe yek bi yek kom kir û xwar. Dema dîtin em li pêşberî vê yekê matmayî man e got, 'Ev nirx in, divê ti carî neyên avêtin. Divê em navêjin. Divê em qîmeta her tiştî zanibin.'
Piştî xwarinê, me çay vexwar. Ji ber ku bû şev Rêbertî got, ji ber kar ew ê biçe, lê yê bixwaze dikare li vir bimîne. Û ji me xatir xwest. Dîsa yek bi yek em silav kir û bi gotina 'serketin' çû. Bi vê morala me wergirtî, me jî dixwest derhal vegerin cihê em jê hatine û çavdêriyên xwe ji mirovê din re vebêjin. Wê şevê em li wesayîtê siwar bûn û vegeriyan. Hem di rê de, hem jî piştre em gelekî li ser hevdîtina bi Rêbertî re axivîn."
'RÊYA RÊBERTÎ WÊ ME AZAD BIKE'
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Hesen Omerî di dawiya axaftina xwe de got, "Di ser re 21 sal derbas bûne. Ez hê jî bi morala ji vê civînê wergirtî dimeşim û bi hêvî me. Şoreşa Rojava ya îro li ser ked û felsefeya Rêbertî afirî. Meclîsa Biratiya Gelan jî ku ez endamekî wê me, berhemeke vê felsefeyê ye. Vê rêyê em gihand nirxên mirovaniyê û wê me bigihîne rojên azad."