Çeteyên DAIŞ’ê li Daquqê êrîşî pêşmergeyan kirin
Çeteyên DAIŞ’ê derengiya şevê li Daquqê êrîşî pêşmergeyan kirin. Di vê êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, yek jî bi giranî birîndar bû. Di encama şerê li vir de êrîşa çeteyan hat şikandin.

Duh derengiya şevê saet di 1:20'an çeteyên DAIŞ'ê li gundê Başaxa Mezin a li rojavayê Daquqê ye, êrîşî hêzên pêşmergeyan kirin. Di encama şer de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, yek jî birîndar bû. Êrîşa çeteyan di cih de hat şikandin.
Pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane ev in: ; Hejar Xalid (23), Silêman Seyîd (33) û Îbrahîm Resûl (32). Her sê cangorî ji nahiyeya Şikarten a ser bi qezaya Ranya ne û xwedî malbat in.