Çekên AKP'ê bi qemyonan şand, li Minbicê hatin dîtin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê û tunelek çeteyan dîtin. Di nava van çekan de çekên agiravêj ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên çêkirin jî hene.
MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
în, 15 tîrmehê 2016, 13:36
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê û tunelek çeteyan dîtin. Di nava van çekan de çekên agiravêj ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên çêkirin jî hene.
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin.
Şervanên ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dikin, li mal û kolanên ji çeteyan paqij dikin, lêgerînê dikin.
Li kolanên li başûrrojavayê bajêr ên duh hatin rizgarkirin, şervanan li malek çeteyan gelek çek û cebilxane bi dest xistin.
ÇEKÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊN ÇÊKIRIN HATIN BIDESTXISTIN
Di nava cebilxaneyên hatine desteserkirin de dûrbîna leşkerî, kleş û gelek fîşekên wê, BKC û geleke fîşekên wê, roketa B7 û gelek guleyên wê, fîşekên doçka û bombeyên bi destan hatine çêkirin, hene. Her wiha çekên agiravêj ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên çêkirin û bi qemyonan ji çeteyên DAIŞ'ê re hatibûn şandin, li vê derê hatin dîtin.
TUNEL HAT DÎTIN
Li aliyê din, şervanan li başûrrojhilatê bajêr tunelek çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Piştî kontrolê, şervanan ev tunel îmha kirin.