'Yên li kampa Dûmizê sûc kirine, divê werin cezakirin'

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn ji ANF'ê re axivî û xwest, kampa Dûmizê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were lêkolînkirin, berpirsyar werin darizandin û cezakirin.

Parlamenterê Tevgera Goran Emîn diyar kir, divê Qanûna Antî Terorê di çarçoveyeke parastina mafên mirovan a gerdûnî de bê sererastkirin û rexne li PDK'ê kir ku vê yekê weke malzemeyeke siyasî bi kar tîne. Emîn ji ber bûyerên li kampa Dûmizê qewimîn-diqewimin jî xwest, berpirsyar werin cezakirin.

Li ser bûyerên fûhûşê yên li Kampa Penaberan a Dûmizê ya li Duhokê rû dan, ku di rapora binpêkirina mafên mirovan a komîsyona mafên mirovan a parlamentê û raporeke DYA de jî cih girt, Emîn da xuyakirin, ku rêjeya sûcên li herêmê tên kirin, ji ber krîza heyî ye. Emîn xwest, kampa Dûmizê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve were lêkolînkirin, berpirsyar werin darizandin û cezakirin.

Wekî din, li Başûrê Kurdistanê nîqaşa li ser guhertin-neguhertina Qanûna Antî Terorê ya di 17'ê Tîrmehê de dewam wê diqede, dewam dike. Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn xwest, qanûn li gorî pîvanên navneteweyî were guhertin.

Emîn da xuyakirin, ku di demeke têkoşîn li hemberî terorê tê meşandin de pêwîstî bi vê qanûnê heye û destnîşan kir, divê bi ti sedemê, qanûn li dijî mafên mirovan nebe.

Emîn ragihand, PDK nîqaşên li ser qanûna terorê li hemberî partiyên din weke amûrekê bi kar tîne û got, "Mîna ku PDK bi tenê parastina herêmê dixwaze, yên din naxwazin, tê nîşandan. Ev ne rast e. Divê ev yek weke amûreke siyasetê neyê bikaranîn. Li gorî min, çawa ku dadgeh û dadgeriya li herêmê li dijî yên din tên bikaranîn, PDK dixwaze vê qanûnê jî li hemberî dijberên xwe bi kar bîne û bi vî rengî biguherîne."

'DIVÊ BÊN CEZAKIRIN'

Der barê şebekeyên fûhûşê yên li Kampa Penaberan a Dûmizê de, ku di rapora Wezareta Karên Derve ya DYA de jî cih girtibû, Emîn ev nirxandin kir:

"Ji bo lêkolînkirina sûcên li Kampa Dûmizê, divê komîsyonek ji parlamentê bê avakirin. Her wiha komeleyên mafên mirovan jî divê li ser vê mijarê bsekinin, lêkolîn bikin û sûcdaran eşkere bikin. Her wiha divê li kampê jî di vî warî de lêkolînan bike. Sûcdarên derxînin holê jî li pêşberî dadgehên serbixwe û bê alî werin darizandin û cezakirin. Mafê ti siyasiyan jî nîne, sûcdaran ji ber vê sedemê biparêzin."

Emîn bal kişand ser peymana leşkerî ya navbera DYA û Başûrê Kurdistanê li ser operasyona Kerkûkê û anî ziman, pêşmerge, gerîla û şervan bi salan e li Kurdistanê bi rengekî dijwar şerê parastinê dikin.

Emîn got, "Di encama vê berxwedanê de, hêzên derve bi hêzên Kurd re têkiliyê datînin. Lê haya min bi xwe ji peymana navbera DYA û heremê nîne. Ya ku ev kiriye PDK ye. Haya partiyên din jê heye yan na, bi wê nizanim."