PYD'ê komkujiya li Fransayê şermezar kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê pêk hat, şermezar kir û sersaxî ji gel û hikûmeta Fransayê re xwest.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê pêk hat, şermezar kir û sersaxî ji gel û hikûmeta Fransayê re xwest.
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), der barê êrîşa ku duh li bajarê Nice yê Fransayê pêk hat û di encamê de zêdetirî 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya PYD'ê wiha ye:
"Di dema ku gelê Fransayê xwe ji bo lidarxistina cejna xwe ya niştimanî amade dikirin de, careke din terorê Komara Fransa kir hedefa xwe.
Em weke Meclîsa Giştî ya PYD'ê, vê êrîşa terorîst ku li duh li Fransayê pêk hat, şermezar dikin. Her wiha em ji bo gelê Fransayê û hikûmeta wê jî sersaxiyê dixwazin û bi hêviya şîfaya lezgîn ji birînaran re.
Ev terora ku îro bûye belayê serê tevahiya cîhanê û li ser ewlehiya cîhanê xetere ye, heman terora ku êrîşî pêkhateyên Rojava dike, herî dawî jî êrîşa ku şeva cejnê li Hesekê pêk hat bû. Heman terora ku YPG'ê li Kobanê û li herêmên din li dijî wê şer kir.
Niha jî Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û tevahiya Hêzên ku di bin sîwaneya QSD’ê de tevdigerin, wê Minbicê û herêmên Şehbayê ji çeteyan paqij bikin. Paqijkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan tê wateya qutkirina rêya DAIŞ'ê û dawîanîna li bandora wê ya li ser tevahiya welatên cîhanê ye.
Em careke din sersaxiyê ji hikûmet û gelê Fransayê re dixwazin û cejna wan a niştimanî li wan pîroz dikin. Em careke din dibêjin ku em amade ku destek bidin hemû karên exlaqî yên ku armanc dikin diyardeya terorê li tevahiya cîhanê bi dawî bikin, bikin."