KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
3 cenazeyên endamên HPG û YPS'ê hatin teşxîskirin
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, 3 cenazeyên endamên HPG û YPS'ê hatin teşxîskirin. -
Leşkerên Tirk îşkence li 4 kesên ji Rojava kirin
Leşkerên Tirk, 4 Rojavayiyên xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin girtin û îşkence li wan kirin. -
'14'ê Tîrmehê nûjenbûna gelê Kurd e'
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wesîleya salvegera rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê ji ajansa me re axivîn. -
KCD û DBP'ê li dijî qedexeyê banga têkoşînê kirin
KCD û DBP'ê ragihandin, ranekirina "qedexeya derketina derve" weke "qirkirineke bi zanebûn û rêk û pêk" tê dewamkirin û banga xurtkirina têkoşînê li gel kirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Çiyayê Cûdî dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk, danê sibehê bombe li Çiyayê Cûdî barandin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kalkan hat wergirtin
Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nedim Kalkan ê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da, wergirt. -
Li Giyadîn û Kanîreşê 26 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Agirî Giyadînê, di operasyonên qirkirina siyasî de 25 kes hatin binçavkirin. Li Navçeya Kanîreş a Çewlikê jî Hevserokê DBP'ê yê navçeyê hat binçavkirin. -
Ciwanên Êzidî diherikin nava refên YBŞ'ê
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku piştî komkujiya li Şengalê ava bû û dest bi têkoşîneke çalak kir, bi tevlîbûna ciwanên Şengalî roj bi roj mezin dibe. -
'Em dikarin tecrîda li ser Ocalan rakin'
Endama Heyeta Îmraliyê parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, divê ev tecrîd derhal bê rakirin. -
Navenda kontrolkirina balafirên keşfê hat rûxandin
Li Minbicê, navenda kontrolkirina balafirên keşfê ya çeteyan hat rûxandin, serçeteyek û 6 çete hatin kuştin. -
Şaredarê Tûşba yê AKP'yî, li nelirêtiya ji 40 trîlyonî mikur hat
Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe, di civîna Meclîsa Şaredariyê de li ser îdîayên têkildarî nelirêtiya ji 40 trîlyonî axivî. Vî Şaredarê AKP'yî li ser mijarê got, "Li holê nelirêtî nîne, hin mirovan karê xwe nebaş bi kar anîne." -
Cenazeyê Zîlan Kûrt hat veşartin
Cenazeyê Zîlan Kûrt a li Wanê di dema serdegirtina malê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, li ber dirûşmeyan hat veşartin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gucîn hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Gucîn li Çewlikê bi merasîmekê hat veşartin. -
YPS: Cebilxaneya baskê 7. ê artêşê hat teqandin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku roja 10'ê Tîrmehê li hemberî baskê 7. ê artêşa Tirk bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin û depoya cebilxaneyan di encama derba roketan de teqiya ye. -
Li Minbicê 32 çeteyên din ên DAIŞ'ê hatin kuştin
Di şerê duh bi şev ê li Minbicê de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Hevşaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Qelqeliyê 15 kes hatin binçavirin, di nav wan de Hevşaredarê DBP'yî Şerafettîn Ozalp jî heye. -
'Dijberiya Şoreşa Rojava li ku be, PDK jî li wir e'
Ji rêveberên El Îslah Emced Osman, bi zimanekî tund polîtîkayên PDK'ê yên li dijî Rojava rexne kir û got, "Em dibînin, li ku dijberiya Şoreşa Rojava hebe, li wir PDK jî heye." -
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Rûa hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Kader Rûa (Avaşîn Êriş) ku li navçeya Şaxê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Suphanê bi tilîliyan ve hate oxirkirin. -
Artêşa Tirk li Şemzînanê şewat derxist
Artêşa Tirk li bejahiya Bermêşa Şemzînanê ya Colemergê ku derketibû operasyonê, agir berda daristanan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaya bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Gerîlayê HPG’ê Zamanhan Kaya (Ararat Serhed) ê ku di şerê li Agirêyê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê lê jidayik bibû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Şahidan gotin: Zîlan Kûrt ji bo ku xwe radest nake, xwe feda kir
Şahidên ku têkildarî serdegirtina çeteyên Qesrê ku duh li Wanê pêk anîn, gotin, Zîlan Kûrt ji şibakê bang kir û wiha got: ‘’Ez hevrêya Arîn Mîrkan, Zîlan im, ez xwe radestî we nakim.’’ -
Cenazeyê Zîlan Kûrt a ku li Wanê hate înfazkirin hate teşxîskirin
Li Wanê cenzeyê Zîlan Kûrt a ku di serdegirtina çeteyên Qesrê de hate qetilkirin, hate teşîskirin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê hatin veşartin
Şervanê YPG’ê Xidir El-Ehmed (Demhat Serkaniyê), Îsa El Îsa (Dilşêr Serêkaniyê) yên li Silûk û Şedadê jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Rustem Cudî bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Li Şemzînan, Çelê, Şirnex, Amed û Wanê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li gelek herêmên Kurdistanê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînan, Çelê, Amed, Şirnex û Wanê derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin. -
Li Amedê çalakiya li hemberî polîsan
Li hemberî polîsên li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dewriyê digeriyan çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn.