KCD û DBP'ê li dijî qedexeyê banga têkoşînê kirin
KCD û DBP'ê ragihandin, ranekirina "qedexeya derketina derve" weke "qirkirineke bi zanebûn û rêk û pêk" tê dewamkirin û banga xurtkirina têkoşînê li gel kirin.
KCD û DBP'ê ragihandin, ranekirina "qedexeya derketina derve" weke "qirkirineke bi zanebûn û rêk û pêk" tê dewamkirin û banga xurtkirina têkoşînê li gel kirin.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser dewamkirina "qedexeya derketina devre" daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Dewletê xendek ji xwe re kir bahane û li Şirnex, Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Hezexê bi çekên giran malên welatiyan wêran kir. Li her navçeyekê bi hezaran xanî û kargeh hatin xerakirin. Bi sed hezaran jin, zarok, extiyar, ciwan neçar hatin hiştin di nava şert û mercên giran de, di germa ji 50 pileyî de li binê konan bijîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, mehkûmkirina extiyar, pitik û zarokan a li nava jiyaneke bi vî rengî, weke qirkirineke bi zanebûn tê meşandin. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
'PÊŞÎ LI ALÎKARÎ, PEYDAKIRINA XWARIN Û DERMÊN TÊ GIRTIN'
"Hin malên welatiyan xera nebûne û welatî dixwazin li van malên xwe bi cih bibin. Lê belê ev yek jî tê astengkirin. Ev astengî ancax bi dijminatiyê dikare were vegotin. Ji ber 'qedexeya derketina derve' ya bi rengekî antî demokratîk dewam dike, di serî de pitik û extiyar hemû mirovên me yên ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, nikarin derman û xwarinê peyda bikin.
Bi rengekî rêk û pêk zext li mirovan dikin, ji bo nikaribin bikevin nava mal û bajarên xwe. Di heman demê de, alîkariya xizmên van mirovan an jî mirovên cuda dişînin, tên astengkirin.
Tax û kolan veguherîne leşkergehên ewlekariyê. Her roj, her saet zexta psîkolojîk li gel tê kirin...Gef, zext, binçavkirin, îşkence veguheriye pêkanîneke ji rêzê."
'BILA QEDEXE DERHAL BÊ RAKIRIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku hikûmetê ragihand, operasyon qediyan e jî, pêkanînên rewşa awarte bi tundî û dijwarî dewam dikin" û hat destnîşankirin, hikûmeta AKP'ê bi van pêkanînan ve dixwaze gel teslîm bigire. DBP û KCD'ê di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kirin: "Divê hikûmeta AKP'ê vê baş zanibe; bi van pêkanînên xwe yên faşîzan, ti carî nikare li pêşberî gelê Kurd bi ser bikeve. Em ji hikûmeta AKP'ê dipirsin. Tu yê bi van pêkanînên xwe yên qirêj û qirkirinê bigihêje ku derê, tu têra ewqas hilweşîn û qirkirinê nebû? Derhal dest ji van êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd berde, 'qedexeya derketina derve' rake."
BANGA LI GEL
KCD û DBP'ê herî dawî bang li gel kirin û gotin, "Li dijî pêkanînên li Şirnex, Nisêbûn û hemû herêmên veguherîne girtîgeha servekirî, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe mezin bike û piştgiriyê bidin gelê me yê li van herêman."