Ciwanên Êzidî diherikin nava refên YBŞ'ê

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku piştî komkujiya li Şengalê ava bû û dest bi têkoşîneke çalak kir, bi tevlîbûna ciwanên Şengalî roj bi roj mezin dibe.

Li çiyayê Şengalê, 36 ciwanên din ên Êzidî tevlî nava refên YBŞ û YJŞ'ê bûn. Dewreya Şehîd Ronî ya Akademiya Derwêşê Evdî bi merasîmek leşkerî 36 şervanên din mezûn kirin.

Di axaftinên li merasîmê de hat ragihandin, şervanên YBŞ û YJŞ'ê ji bo civaka Êzidî şer dikin, li aliyê din perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî dibînin û hat gotin; "Îro jî perwerdeya dîtin bi dawî kirin û wê vê perwerdeyê di çeperên herî pêş de bixin meriyetê. Di ser gelê Êzidî re 74 ferman derbas bûn. Lê ji vir şûn û pê ve wê şervanên YBŞ û YJŞ'ê hîn zêdetir li hemberî dijmin bisekinin. Wê van komkujiyan ti carî ji bîr nekin û bi erka xwe rabin."
 
Piştî merasîma leşkerî 36 şervanên nû soz dan û bi coşek mezin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Jin Jiyan Azadî" tevlî nava refên yekîneyên xwe bûn.

...