Cenazeyê Zîlan Kûrt hat veşartin

Cenazeyê Zîlan Kûrt a li Wanê di dema serdegirtina malê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, li ber dirûşmeyan hat veşartin.

Cenazeyê Zîlan Kûrt a li kolana Surmelî ya taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve li mala xwe hat qetilkirin, danê êvarê li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat girtin. Malbatê cenaze anî goristana Dogû ya li taxa Xaçortê. Li vê derê bi tevlîbûna bi sedan kesî merasîmek hat lidarxistin.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Kûrt li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" û "Rêya şehîd rêya me ye, PKK partiya me ye" li ber gora kekê xwe Mehdî Kûrt ê di sala 2013'an de li Çelê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan li dû deqeyeke rêzgirtinê axivî û got, "Eger şehîdên axekê hebe, hingî berxwedan heye. Eger berxwedan hebe, hingî rûmet heye. Ev yek parastina rûmetê ye. Parastina gelekî ya ji bo rûmeta xwe ye."

Kek Celalettîn Kûrt jî got, "Bawer bin, serê me bilind e. Ev mirov di têkoşîna mafdar de mirin. Beriya demeke dirêj kalkê min ji aliyê dewletê ve hat kuştin. Di sala 2000'î de mafê min ji aliyê dewletê ve hat kuştin. Îro jî xwişka min kuştin. Lê em ê dest ji vê têkoşînê bernedin."

Girseya gel piştî merasîmê ji goristanê derket. Lê belê polîsên dewleta Tirk bi bombeyên deng û gaza îsotê êrîşî gel kirin. Piştî vê rewşa aloz a demeke kurt dewam kir, girseya gel berê xwe da mala sersaxiyê ya li taxa Xaçortê.