Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe, di civîna Meclîsa Şaredariyê de li ser îdîayên têkildarî nelirêtiya ji 40 trîlyonî axivî. Vî Şaredarê AKP'yî têkildarî vê nelirêtiya ji dehan trîlyonî got, "Li holê nelirêtî nîne, hin mirovan karê xwe nebaş bi kar anîne."
Ozgokçe îdîayên li ser nelirêtiyê piştrast kir û îdîa kir ku lêpirsîna li ser mijarê dewam dike, wezîfedarên kêmasiya xwe hene ji wezîfeyê hatine girtin û ti eleqeya wê bi wî re nîne.
Piştî nûçeya ANF'ê ya li ser nelirêtiya 49 trîlyonî ya Şaredarê Tûşba yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe, civîna destpêkê ya meclîsa şaredariyê bi rageşî derbas bû. Di nûçeya hefteya derbasbûyî ya ANF'ê de hat ragihandin, ku Midûrê Îmarê yê Şaredariya Tûşbayê ji wezîfeyê hatiye girtin, erdê kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê pêşkêşî encumenan hatiye kirin û encumenan jî plana îmarê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye amadekirin li gorî berjewendiyên xwe guhertine. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî ev mijar xist rojeva civîna meclîsa şaredariyê.
Piştî ku endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî Îsmet Tan û Necla Bakir mijar xist rojevê, Şaredarê AKP'yî Fevzî Ozgokçe got, "Yên ev nûçe çêkirine, bêyî nîşandana belgeyekê kampanya reşkirinê dimeşînin. Nûçeya nelirêtiyê tevî encumenên DBP'yî ji raya giştî re ragihandin. Em ê vê mijarê bibin ber destê dadgeriyê."
OZGOKÇE: NELIRÊTÎ NÎNE, HIN MIROVAN KARÊ XWE NEBAŞ BI KAR ANÎNE
Ozgokçe îdîa kir ku Midûrê Îmarê û hin kesan îmzeya wî bi kar anîne û tevlî karên nelirê bûne. Vî Şaredarê AKP'yî têkildarî vê nelirêtiya ji dehan trîlyonî got, 'Li holê nelirêtî nîne, hin mirovan karê xwe nebaş bi kar anîne.'