Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaya bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Gerîlayê HPG’ê Zamanhan Kaya (Ararat Serhed) ê ku di şerê li Agirêyê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê lê jidayik bibû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Zamanhan Kaya (Ararat Serhed) ê ku di şerê li Agirêyê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê lê jidayik bibû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Di şerê ji beriya 3 rojan ê li Zozanê Sînek ê Agirêyê de yek ji 2 gerîlayên HPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn, Zamanhan Kaya (Ararat Serhet) li gûndê Qubik ê girêdayî navçeya Avkevir bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Di merasîmê de li gel malbat û xizmên Kaya Hevşaredarên HDP, DBP’ê yên navçeyê, rêveber, endamên meclîsa bajêr a girtî û şaredariyê, nûnerên MEYA-DER jî di nav de bi hezaran kes beşdar bûn.
Ji bo karûbarê otopsiyê cenazeyê Kaya biribûn Saziya Tiba Edlî a Erziromê, piştî ku cenaze ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin û şûn de, cenaze girtin û ber bi gundê ku lê jidayik bibû ve ketin rê. Di ketina navçeyê de ji aliyê bi sedan kesî ve konvoya cenaze hate pêşwazîkirin, ber bi gund ve ketin rê.
Ji bo wecîbeyên olî destpêkê cenaze birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî darbesta Kaya bi alên PKK’ê û li ser milan hilgirtin, bi dirûşmên mîna “PKK gele gel li vir e”, “PKK tolhildan” û “Rêya Şehîd rêya me, PKK partiya me” heya goristanê meşiyan.
Piştî meşê cenazeyê Kaya, li goristan gund li gel dua û dirûşman hate veşartin.
Piştî definkirina Kaya û rêzgirtinê Hevserokê DBP’ê yê bajarê Agiriyê Yilmaz Dûrsûn axivî û bal kişand ser têkoşîna ciwanên Kurd û girîngiya têkoşîna wan. Dûsûn da zanîn ku ji bo bilindkirina têkoşîna van ciwanên ku em defin dikin divê hê bêhtir em bi xebitin. Dûrsûn wiha anî ziman: “Erka me ne tenê definkirina cenazeyane. Şehîdên me canê xwe feda kirine û li dijî bêmafiyê serî rakirine. Wan erka xwe pêk anîn , lê gelo me erka xwe pêk anîye? Divê her kes destê xwe dane ser wijdan xwe û li dijî bêmafiyê têkoşînê bike.”
Piştî axaftina her kes ji bo sersaxiyê ji malbatê re bixwazin çûn konê sersaxiyê. Malbata Kaya wê 3 rojan sersaxiyê qebûl bikin.