Artêşa Tirk li Şemzînanê şewat derxist
Artêşa Tirk li bejahiya Bermêşa Şemzînanê ya Colemergê ku derketibû operasyonê, agir berda daristanan.
Artêşa Tirk li bejahiya Bermêşa Şemzînanê ya Colemergê ku derketibû operasyonê, agir berda daristanan.
Li herêma Bermêşê ya nêzîkî gundê Şapatana girêdayî Şemzînana Colemergê, daristana ku leşker derketibûn operasyonê, agir berdanê. Şewata ku tê gotin ji hêla leşkeran ve hatiye derxistin ji navenda bajêr ve jî tê xuyakirin, şewata li daristanê her ku diçe mezintir dibe. Ji bo şewat were vemirandin ti helkeftek çênebûye.