KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Nimreya 5 ne ji Apoyiyan, ji dagirkeriyê re bû gor’
Li Rihayê, kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku di rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn, hate destnîşankirin ku Zindana Nimreya 5 a Amedê ku digotin wê ji Apoyiyan re bibe gor, ji dagirkeriyê re bûye gor. -
Li Toûloûse civîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarê Toûloûse bi boneye Berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek bîranînê hate lidarxistin. -
Li Qelqeliyê 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Leyla Tosûn û xebatkarê VASKÎ yê Serayê Çetîn Çerî hatin girtin. -
Li Farqînê ber bi herêma operasyonê ve sewqiyata zêde ya leşkerî
Li Farqînê ya ku artêşa Tirk ji danê sibehê ve operasyon dabû destpêkirin, bi helîkopteran sewqiyateke zêde ya leşkeran pêk hat. -
Herêma Şehîd Kendal tê bombekirin
Fermandariya Alaya Gulyazi ya li gundê Roboskiyê sînor dide ber topan. -
Roboskiyan adalet xwestin
Malbatên Roboskiyan di 237. hefteya komkujiyê de careke din bi daxwaza adaletê li ser gorên zarokên xwe hatin gel hev. -
Li Şemzînanê li hember bargeh û qereqolan çalakiyên hemwext
Li bajaroka Rûbarok ê Şemzînanê li dijî barageh û qereqolên leşkerî çalakiyên hemwext pêk hatin. -
YNK’ê û Goran biryar girtin ku li Parlamentoya Kurdistanê hevpar tevbigerin
Komên YNK û Tevgera Goran ku di Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê de cih digirin, dan xuyakirin ku wê di parlamentoyê de bi biryar û helwestên hevpar tevbigerin. Her wiha, reşnivîsên xwe yên ji berê amade kiribûn jî kirin yek. -
Doza ku Hevşaredarên Erdîşê dihatin darizandin hate dîtin
Di doza ‘’xwerêveberiyê’’ ya Erdîşê de biryar hate dayin ku rewşa girtîbûnê ya Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan berdewam bike. Dadgehê rûniştin taloqî 6’ê Îlona 2016’an kir. -
Cenazeyê 2 kesên ku di operasyona Farqînê de jiyana xwe ji dest dan şandin Amedê
Cenazeyê 2 kesên ku di operasyona leşkerî de ku artêşa TC li gundê Dêrika Hemo Reşo ya Farqînê daye destpêkirin jiyana xwe ji dest dane, şandin Amedê. -
HPG: Li dijî konvoya qereqola Bezelê çalakî hate lidarxistin, 9 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên HPG’ê, 10’ê Tîrmehê li dijî konvoya ku diçû qereqola Bezelê çalakiya sabotajê li dar xistine, wesayît hatiye rûxandin û 9 leşker mirine. -
YPG: Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk bênavber dewam dikin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hemwext êrîşî ser Taxa Şêx Meqsûdê û herêmên Seken Şebab û Şakar Mûxaberat kirin. Her wiha artêşa Tirk jî êrîşên xwe dewam dikin. -
Ji Gerîlayên HPG’ê li Çewlikê çalakiyên xurt
Gerîlayên HPG’ê, 13’ê Tîrmehê li dijî yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku li eraziya navçeya Korxol a Çewlikê xwe bi cih kiribû, çalakî li dar xist. Di çalakiyê de herî kêm 8 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. -
Yildirim: Qedexeya li Nisêbînê rakin, cenazeyan bidin malbatan
Yildirim li civîna Avahiya Bajêr a HDP'ê ya Mêrdînê axivî û xwest, qedexeya li Nisêbînê were rakirin û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatan bên kirin. -
Çeteyên koalîsyona Sûriyeyê hawanan davêjin gundê Celemê
Çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê, bi topên hawanê êrîşî gundê Celemê yê Efrînê dikin. -
Tûncel: Em ê ti carî destûrê nedim qeyûm
Hevseroka DBP'ê diyar kir, ew ê ti carî destûrê nedin qeyûm û destnîşan kir, gel wê hesab ji AKP/Qesrê bipirse. -
Nûçegihanên ANHA û Ronahî TV li Minbicê birîndar bûn
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) û nûçegihanê Ronahî Tv ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopandin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn. -
Kurdên li Atînayê ji bo azadiya Ocalan dest bi meşa dirêj kirin
Kurdên li Atînayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin. -
Li Dersîmê girtin û li Mêrdînê binçavkirin
Li Dersîmê 5 kes hatin girtin û li Mêrdînê jî malbatek tevî pitika wan hate binçavkirin. -
Welatiyên xwestin biçin herêma şer, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin
Welatiyên xwestin piştî qedexeyê biçin gundê Dêrika Hemê Reşo, ku şer lê diqewime, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rawestandin. -
Şahidên berxwedanê: Bi giyana 14'ê Tîrmehê em ê îro jî bi ser bikevin
Şahidên berxwedana 14'ê Tîrmehê Barik û Dundar gotin, "14’ê Tîrmehê bûye mînaka herî berbiçav ku berxwedan bi xwe re serketinê tîne û bi giyana 14'ê Tîrmehê gelê Kurdistanê wê bi ser bikeve." -
Li Farqînê şer destpê kir
'Qedexeya derketina derve' ya li Farqînê hat berfirehkirin. Bi hejmareke zêde ya leşkerên Tirk, li herêmê operasyon tê meşandin. -
KONGRA GEL: Ruhê 14'ê Tîrmehê têkoşîna me gihandiye asta fînalê
Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 34. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Minbicê 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li rojhilat û bakurê Minbicê, herî kêm 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin. -
Mehmet Ocalan: Çima pêşî li mafê me yê însanî digirin?
Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, wan di cejnê de ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê belê bê hincet ev daxwaza wan hatiye redkirin.