Kurdên li Atînayê ji bo azadiya Ocalan dest bi meşa dirêj kirin

Kurdên li Atînayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atîna û derdora wê dijîn, bi pêşengiya ciwanan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kir, ku wê 3 rojan dewam bike.

Meşê ji bajarokê Lavrîon ê herêma Attîkî destpê kir û wê li ber Sefaretxaneya Tirk a li Atînayê bi mîtîngekê biqede.

Di meşa ku bi coşeke mezin destpê kir de, ciwan wê li gund û herêmên tê re derbas bibin, li ser armanca meşê belavokan belav bikin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Berdevkê Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê Bahattîn Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir, meşa di 14'ê Tîrmehê de destpê kiriye wê di 16'ê Tîrmehê de li ber Sefaretxaneya Tirk biqede. Kobanê bang li rêxistinên dost ên Yewnan jî kir ku bi girseyî tevlî mîtîngê bibin.

Kobanê ji Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn jî xwest, destekê bidin meşê û got, "Em li benda tevlîbûneke xurt in."

Meş wê îro heta bajarokê Markopolo dewam bike.

...