Li Minbicê 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Li rojhilat û bakurê Minbicê, herî kêm 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin.

Di çarçoveya Operasyona "Şehîd Feysel Ebû Leyla" ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê de, şervanên azadiyê her bi pêş ve diçin.

Di roja 40. a pêngavê de li kolana Rabîta û derdora nexweşxaneya Wetenî yên li rojhilatê bajêr şerekî dijwar qewimî. Di şerê li vir de herî kêm 15 çete hatin kuştin.

Li bakurê bajêr jî şer li taxa Hezawnê giran bû. Li vê derê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de zêdeyî 25 çete hatin kuştin.

Şerê li van eniyan dewam dike.