Mehmet Ocalan: Çima pêşî li mafê me yê însanî digirin?
Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, wan di cejnê de ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê belê bê hincet ev daxwaza wan hatiye redkirin.
Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, wan di cejnê de ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê belê bê hincet ev daxwaza wan hatiye redkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi parêzeran, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve bi malbatê û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike.
Têkildarî vê tecrîda şidandî de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan ji ANF'ê re axivî.
Mehmet Ocalan bibîr xist, ku her welat xwedî qanûn û hiqûqekê ye û destnîşan kir, li Tirkiyeyê qaşo dewleteke hiqûqê heye.
Ocalan da xuyakirin, wan berî du hefteyan bi rêya parêzeran bi wesîleya cejnê serlêdana hevdîtinê kirin, lê bê hincet hat redkirin û got, "Weke malbata Ocalan em dipirsin! Eger hûn dewleta hiqûqê bin, ev bêhiqûqiya li hemberî Ocalan û malbatê tê kirin, çi ye? Ez ji parlamenter û hiqûqnasan dipirsim. Kî wê mafê me biparêze? Weke welatiyên Tirkiyeyê, em çima nikarin ji vî mafê xwe sûdê werbigirin? Çima em nikarin vî mafê xwe yê demokratîk û destûrî bi kar bînin? Ji bo bikaranîna vî mafê xwe, divê em serî li ku bidin? Em serî li Wezareta Edaletê didin, serî li wezaretan didin, bangê li cîhanê dikin. Ev mafekî me yê însanî ye. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê mafê mirovan heye her du hefteyan carekê hevdîtinê bike. Qanûn ji bo me derbas nabe. Em vê yekê ji hikûmet û dewletê dipirsin. Çima her kes ker û lal e?"
'BILA WEZARETA EDALETÊ SEDEMA ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ JI RAYA GIŞTÎ RE EŞKERE BIKE'
Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku tecrîd gav bi gav tê şidandin û diyar kir, ew li bendê ne di serîd e Wezareta Edaletê hemû rayedar, bersivê bidin vê bêhiqûqiyê. Mehmet Ocalan bibîr xist, ku ev 2 sal in nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û got, "Dijî yan najî, em nizanin. Em nikarin ti agahiyê jê bigirin. Di nava 17 salên bihurî de rêk û pêk nebûya jî me mehê carekê, şeş mehan carekê hevdîtin dikir. Lê belê ev 2 sal in bi temamî pêşî li me hatiye girtin. Em li bendê ne Wezareta Edaletê sedema vê yekê ji raya giştî re eşkere bike."
'ÇIMA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ BÊDENG E?'
Mehmet Ocalan işaret bi bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî vê neheqiyê kir û ev bang li parêzvanên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kir: "Mafê me yê qanûnî çima tê binpêkirin. CPT daxuyaniyeke têrker nade raya giştî. Hûn çima ditirsin. Dewletên Navneteweyî di bin bandora kê de ne. Girîng e parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk vê zelal bikin. Em li bendê ne, mafê me yê qanûnî derhal ji me re bê dayîn."