YPG: Êrîşên çeteyan û artêşa Tirk bênavber dewam dikin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hemwext êrîşî ser Taxa Şêx Meqsûdê û herêmên Seken Şebab û Şakar Mûxaberat kirin. Her wiha artêşa Tirk jî êrîşên xwe dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hemwext êrîşî ser Taxa Şêx Meqsûdê û herêmên Seken Şebab û Şakar Mûxaberat kirin. Her wiha artêşa Tirk jî êrîşên xwe dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û herêmên Seken Şebab û Şarka Mûxaberatê dewam dikin û di van êrîşan de gelek çete hatine kuştin û 2 wesayîtên çeteyan hatin ruxandin. Êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Rojava jî bênavber didome.
Navenda Çapemeniya ya YPG’ê têkildarî êrîşan ev agahî parve kirin:
“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya yên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin.
13’ê Tîrmehê di navbera saetên 00.00-03.00'an de komên çeteyan bi topên hewan û cehenemê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê. Çeteyan bi awayekî hemwext xwestin ji herêmên Seken Şebab û Şarka Muxaberat têkevin taxê, lê şervanan bersivên tund dan çeteyan. Di şerên li van qadan de qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.
Hêzên me bersiv dan êrîşê çeteyan a heman rojê li dijî herêma gundê Pîno lidarxistin jî û di encam de qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin.
Heman rojê komên çeteyan ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawan û cehenemê êrîş birin li ser gundê Maranêz a Efrînê. Şervanan bersiv dan êrîşê çeteyan. Di encam de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin.
13’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Jorîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê. Di heman demê de 2 çeteyên ku xwestin ji ser pira Cerablûsê derbasî qadên me bibin, lê hêzên me bi ser van çeteyan de girtin û yek ji van çeteyan kuştin.”
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A LI SER XAKA ROJAVA DEWAM DIKIN
YPG’ê ragihand ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 13’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên wan ên li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê.