Şahidên berxwedanê: Bi giyana 14'ê Tîrmehê em ê îro jî bi ser bikevin
Şahidên berxwedana 14'ê Tîrmehê Barik û Dundar gotin, "14’ê Tîrmehê bûye mînaka herî berbiçav ku berxwedan bi xwe re serketinê tîne û bi giyana 14'ê Tîrmehê gelê Kurdistanê wê bi ser bikeve."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
pêncşem, 14 tîrmehê 2016, 12:10
Mahmût Barik ku di salên 1980’î de beriya darbeyê hatî girtin û 8 salan li zindana Amedê li girtîgeha nimro 5’ê mayî diyar kir, biryara berxwedanê hêzeke mezin daye wan û got, "Her kesî dîtibû wê sînorê radestbûnê nebûna. Dixwestin wan hemûyan bixin îxanetê. Bi biryara rojiya mirinê re her kesî dît ku ji bilî berxwedanê ti rêyeke din nemaye û tekane rêya ku bikaribin bi rûmeta xwe bijîn berxwedan bû. Piştî biryara rojiya mirinê hêzeke mezin bi hemûyan re çêbûbû, êdî ti kesekî ji me ji dijmina netirsiya, li hemberî ferzkirina îşkence û radestgirtinê ya dijmin, êdî me hîs kiribû ku em ê qet serê xwe netewînin. Hemû avaniya girtîgehê ji bo ku di nav berxwedanê cihê xwe bigirin biryardariyeke qeyîm nîşan didan."
Yek ji şahidên din ê berxwedana c14’ê Tîrmehê Beşîr Dundar jî der barê 14’ê Tîrmehê de got, "Me bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê dît ku em li ber xwe nedin em ê hemû îxanetê li gelê xwe bikin û me biryar da ku em heya dawiyê li ber xwe bidin. Ez dikarim bibêjim Berxwedana 14’ê Tîrmehê em ji îxanetê birin serketinê."
Li ser pirsa, "zordarî û êrîşên mîna zindana Amedê niha jî li Kurdistanê hene, di vê der barê de hûn ê çi bibêjin?" Beşîr Dundar ev bersiv da:
"Giyana 14’ê Tîrmehê di hemû ciwan û jinên Kurdistanê geriya ye. Çawa ku wê demê Kemalan û Xeyriyan bi Berxwedaniya 14’ê Tîrmehê li dijî zilmê li ber xwe dan û bi ser ketin, îro em ê jî bi giyana 14’ê Tîrmehê bigihêjin serketinê. Bila hêviya kesekî neşike, ew giyanê fedaî ku tarîtiya zindana Amedê çirand, li hemberî zilma dewletê ya li dijî berxwedana xwerêveberiyê jî bişkîne û biçe serî. Wan deman celadê Esat digot hûn ê qet bi ser nekevin; em di destê wan de hêsîr bû, baweriya xwe bi hêza dewletê dianî lê di dawiyê de em bi ser ketin û dewlet têk çû. Îro jî bi çekên xwe yên giran, bi tang û topan dibêjin em ê bi ser bikevin lê vala ye. Heya ku li Kurdistanê giyana 14’ê Tîrmehê hebe zordest û serdest wê têk biçin."