KONGRA GEL: Ruhê 14'ê Tîrmehê têkoşîna me gihandiye asta fînalê
Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 34. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 34. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KONGRA-GEL ragihand, berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê gihandiye asta fînalê û banga mezinkirina berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê em bi ruhê seferberiyê, bi eşq û coşeke mezin, di nava refên têkoşîna azadiyê de bi berpirsyariya xwe rabin."
Hevserokatiya KONGRA GEL, bi wesîleya 34. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Em hevrêyên xwe Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku pêşengên mezin ên têkoşîna me ne, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Bi vê wesîleyê em careke din soz didin; em ê bi ruhê wan ê serketinê, jiyana azad ava bikin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Dewleta Tirk, di Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de bi hovîtiya xwe ya li zîndana Amedê re dixwest, pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê teslîm bigire. Lê belê ruhê serketinê yê Berxwedana 14'ê Tîrmehê, planên tesfiyeyê yên dewletê ji hev xist. Ruhê berxwedanê yê li zîndanê der bû, ji têkoşîna gerîla re bû hêz, berxwedêrî û hêvî. Ew ruhê serketinê îro li gelemperiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye, deng vedide.
Dewleta Tirk a nikare xwe li vê pêşketina dîrokî rabigire, piştî 34 salan yanî di roja îro de dixwaze temamiya Kurdistanê veguherîne zîndanê û bi vî rengî serî li Tevgera Azadiyê û gelê me bide tewandin. Ya ku di salên 1980'î de nikarîbû li zîndana Amedê bi ser bixîne, di sala 2016'an de hewl dide bi ser bixe. Ev yek, îlana têkçûna mejiyê dewleta Tirk e. Ji bo dewleta Tirk, ji vê ehmaqiyê mezintir tiştekî din nîne.
Ruhê 14'ê Tîrmehê li çiyê, deşt, zozan, bajar, zîndan û li her qada têkoîna azadiyê mezin dibe. Vî ruhê serketinê, têkoşîna me ya ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkyeyê gihandiye asta fînalê.
Dem dema bicihanîna xeyalên Mehmet Hayrî Dûrmûş ê bi gotina 'deyndarê gelê xwe ye' berê xwe da şehadetê û hemû şehîdên me ye. Yanî ji bo bi ser xistina şoreşa Kurdistanê, şert û mercên hundirîn û derve guncaw in. Derfet bi dest ketine, ku em polîtîkayên înkar û tinekirinê yên sed sal in li ser gelê me tê ferzkirin, ji holê rakin."
'DIVÊ HER KES BI COŞEKE MEZIN BI ERKA XWE RABE'
Di dewama daxuyaniyê de banga mezinkirina berxwedanê li her cihî hat kirin û hat gotin, "Divê her kes tevlî maratona azadiyê bibe. Pêwîste em bi ruhê seferberiyê, bi eşq û coşeke mezin di nava refên Têkoşîna Azadiyê de bi berpirsyariya xwe rabin. Jin, mêr, ciwan, extiyar, li welêt, li derveyî welêt, li her devera em lê ne, her kes dikare karekî bike. Û girîng e her kes bi coş û kelecaneke mezin a bi ser xistina karê xwe, tevbigere. Li ser vê bingehê em dikarin layiqî şehîdan bibin."
Hevseroka KONGRA-GEL di dawiya daxuyaniya xwe de şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê careke din bi rêzdarî bibîr anî û got, "Em soz didin wan, ku em ê layiqî wan bin."