Li Qelqeliyê 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Leyla Tosûn û xebatkarê VASKÎ yê Serayê Çetîn Çerî hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Leyla Tosûn û xebatkarê VASKÎ yê Serayê Çetîn Çerî hatin girtin.
Di serdegirtinê malan de ku beriya du rojan li Qelqelî û Serayê pêk hatibû, 10 kesên ku endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Leyla Tosûn û Xebatkarê VASKÎ yê Serayê Çetîn Çerî jî di nav de hatibûn binçavkirin.
Çerî û Tosûn bi îdîaya ku “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
Lêpirsîna kesên din ku hevşaredarê Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp jî di nav de ye, li Şaxê Têkoşîna bi Terorê re dewam dikin.